Parêzera ferzkirina hîcabê pêk ne anî ji bo îfadeyê hat gazîkirin

Li Îranê zextên ferzkirina hicabê ya li ser jinan berdewam dike. Vê carê jî parêzer Shima Ghoshe bi hinceta ku rêziknameya mecbûrî ya hîcabê pêk neaniye, ji bo îfadeyê hat vexwendin.

Navenda Nûçeyan – Parêzer, femînîst û çalakvana mafên jinan Shima Ghoshe li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji aliyê Şaxa 1088’an a Dadgeha Cezayê Giran a Erşad a Tehranê ve bo dadgehê hatiye gazîkirin. Shima Ghoshe, anî ziman ku ew bi îdiaya "bê hîcab li kolanan û li cihên giştî bûye" tê sûcdarkirin, diyar kir ku divê di nava 6 rojan de îfade bide.

Shima Ghohse li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Li ser gilîkirina Dadgeha Ewlekariya Exlaqî ji bo îfadedayînê gazî min kirin! Hîn jî nizanim li hemberî min çi delîl hene ku min ewlehiya exlaqî têk biriye û divê were arastekirin?"