Parêzera Fasî ji bo Cîgiriya Serokatiya Komîsyona ACHPR’ê hat tayînkirin
Parêzera Cezayîrî Maya Sahli-Fadel ji bo Çîgira Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Afrîkayê hat hilbijartin. Maya Sahli Fadel ji sala 2011’an ve endama ACHPR’ê bû.
Cezayîr- Hiqûqnas û parêzera Cezayîrî Maya Sahli Fadel ji bo Cîgira Serokê Komîsyona Afrîkayê ya Mafên Mirovan (ACHPR) a ku ji sala 2011'an û vir ve endamê wê ye hat hilbijartin.
Maya Sahli Fadel kî ye?
Cîgira seroka nû yê ACHPR’ê ji sala 1981’ê û vir ve li Zanîngeha Cezayîrê, Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Dîplomatîk (IDRI) û ji 2000’an vir ve li Dibistana Dadweriya Neteweyî (ENM) dersên hiqûqê daye. Parêzera ku li Baroya Cezayîrê re qeyd kiriye, ji sala 2011’an vir ve endamê ACHPR’ê ye.
Digel erka cîgira serokatiya komîsyonê, di nava Komeleya Koçberên Afrîkî û Jicîhûwarkirî, Raporteriya taybet a li ser koçberên Afrîqayê yên di nava welatê de cîhûwar bûne jî bû.
Maya Sahli Fadel jî bi çalakiyên xwe yên aktîf ên di nava komên xebatê yên mafên aborî, civakî û çandî yên li dijî cezayê darvekirinê de tê naskirin. Di heman demê de tê zanîn ku wê di navbera 2008 û 2014’an de wekî endama Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya pisporên bi eslê xwe Afrîkayê re kar kiriye.