Parêzera Îranî Meryem Arvîn bi guman jiyana xwe ji dest da
Parêzer Meryem Arvîn ku heta mehek berê li Îranê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, bi guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Mirinên kesên ku li Îranê hatine binçavkirin û îşkencekirin wek gumanbar an jî xwekuştinê tên tomarkirin.
Derbarê mijarê de hêj daneyên zelal nîn in, lê nûçeyek din a mirina bi guman heye. Parêzera Îranî Meryem Arvîn bi gumana jiyana xwe ji dest da. Di ser berdana parêzerê ciwan re mehek jî derbas nebû.
Binçavkirina Meryem Arvîn a ku di dema aloziyên li welêt de hatibû girtin, bi şertê kontrola edlî bi dawî bûbû. Sedema mirina parêzer hêj nayê zanîn.