Parêzer û dadwera Iraqê Zekiye jiyana xwe ji dest da
Yekem jina li Iraqê bi nasnavê dadweriyê peyîwir girtî û dest bi xebatê kirî parêzer Zekiye Îsmaîl Heqî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Zekiye Îsmaîl Heqî 18’ê Îlona sala 1939’an li Bexda di nava malbatek Kur de hetiye dinê. Sala 1957’an li zanîngeha Bexda beşa yasa temam kir. 9’ê Sibata sala 1959’an jî weke yekem jina dadwer di Iraqê de bi nasnavê dadweriyê dest bi peyîwirê kir. Di sala 1952’an de ew jî yek ji damêzrênerên Yekitiya Jinên Kurdistanê ye, heta sala 1975’an sekreterê giştî yê Rêxistina Yekitiya Jinên Kurdistanê kiriye. Din ava eznûnên jiyanê û pêşengiya di xebatê de jî tim aliyek wê xwendekarbû û li zanîngehan bi xwendina beşên cuda hewil dida hîn zêdetir xizmetek baş bike. Bi vê mebestê sala 1966’an jî li zanîngeha Siwîsreyê beşa karêgerî qedand, sala 1972’an an li Zanîngeha Bexdayê dîplomeya masteriyê git û ji Zanîngeha Emerîka yê jî Dîplomeya doktara ya yasaya navdewletî bi destxist.
Zekiye yek ji wan jinên ku sînor derbaz kirî, di qada siyasî û civakî de xebat daye meşadin. Rolek giring di têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina yeksaniya mafê wan de girt ser milê xwe. Piştî serhildana 1991’an weke dadwer û piştî serhildanê jî weke endama Encûmena Nunerên Iraqê xebet da meşandin.
Di navbera salên 1975 û 1996’an de jî ji ber zilm û zordariya rejîma Baas koçberî welatê Emarîka dibe. Piştî hilweşîna rejîma Iraqê di sala 2003’an de vedigere Bexda û dibe Şêwirmenda Wezareta dadê. Piştî sala 2003’an ji ber ezmuna wê yên serkeftî ku gelek kar daye meşandin weke rêvebera hikumetê hat hilbijartin.
Yekem jina li Iraqê bi nasnavê dadweriyê perwir girtiye û bi cesaret kar kirî Zekiya Îsmail Heqî di roja 23’ê Tebaxa 2021’an de ji ber sedema nexweşiyê li Emerîkayê jiyana xwe ji dest da.