Parêzer Sûzan Hesên:Divê jin li hember tundiyê dengê xwe derxînin

Tundiya li dijî jinan zêde bûye û gefa zayendî yek ji cureyên tundiyê ye ku gelek caran nayê eşkerekirin. Parêzer Sûzan Hesên dibêje ku bûyerên tundiyê nayên vegotin û kesên rastî tundiyê tên tên bêdengkirin û gilî nakin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Jin her dem rastî hemû cureyên tundiyê tên, ya zayendî jî yek ji cureyên tundiyê ye ku bi awayekî nayê aşkerekirin û ji bo wê pêwîstî bi raporê heye.

 ‘Tundiya zayendî yek ji cureyên herî berbelav e di nava civakê de’

Parêzer Sûzan Hesên der barê hebûna tundiyê de diyar kir ku gelek cureyên tundiyê hene û tên tomarkirin, yek ji wan cureyan jî tundiya zayendiye ku di mal, malbat û her wiha derveyî malbat li hemberî jinan tê encamdane û got: “Her cureyê tundiya zayendî dikeve nava tundiyê lê belê tundiya herî zêde di nava malbat û derveyî malbatê de çêdibe gefa zayendî ye. Li gorî kesan, ew kesên ku asta rewşenbîriyê bilind in tundiyê bi kar naynin. Ev xelet e yan jî li gorî kesekî ew e ku kesên beramber xwedî belge ye û tundiyê pêk nayne, ev fikr jî xelet e, ji ber gelek bûyer hene kesên xwedî belgename gefê li çend kesan dixwe.”

‘Bûyerên tundiyê bêdeng dikin û gilî nakin’

Sûzan Hisên da zanîn ku ew xwezaya ku kes tê de dijî sedema tundiyê ye û wiha got: “Di dadgehê de herêma Kurdistanê tê dîtin ku ew gefên ku kes tundiyê dikin qebûl nakin û li dadgehê gilî dikîn lê belê çend bûyer hene nagihîjin destên dadgehê, hinek bûyer hene ku bi çeka eşîrî çareser dikin. Hinek ew jinên ku li hemberî tundî tê pêkanîn ditirsin biaxivin û yan jî şerm dikin bibêjin li hemberî min tundî tê pêkanîn. Hinek jî ne di wê zanabûnê de ne ku tundî li hember tê kirin. Divê jin şiyar bin dema ku tundî li hemberî hat pêkanîn gilî bikin, yan jî di dema gefê de wê tundiyê bi deng belge bikin. Bi vîdeo yan jî kesê sêyem agahdar bikin, da ku tometbarên tundiyê piştre ji ber nebûna belge ceza negire, bibe mînaka kesên li pey xwe.”

‘Hinek kes hene ji pêkanîna tundiyê hez dikin’

Sûzan Hisên der barê pêkanîna tundiyê de destnîşan kir ku hinek kes hene ji pêkanîna tundiyê hez dikin û bi xwe kesên tundiyê dikin û wiha domand: “Gelek bûyer hene mêr zewicandiye û tu kêmaniyek nîn e lê belê tundiyê li hemberî kesek nêzîk xwişk be yan jî keç û malbatê pêk tîne. Bandora medyaya dîjîtal jî zêde li ser van cureyên kesan heye. Her kes dizane kîjan nêzikatî tundî ye û kîjan jî tundiya zayendî ye. Lê belê hinek caran jin dikevin xefikê û mêr dibin navê hezkirinê û tiştên din de xwe nêzîk dikin û piştre tiştên ku dixwaze bi cih tîne.”

‘Civak ji ber tundiya zêde hêdî hêdî ji mirovahiyê dûr dikeve’

Sûzan Hisên sedema tundiya zayendî civak e û ew xwezaya ku tê de dijî bi nav dike û dibêje: “Hêdî hêdî xwezaya me dibe xwezayek lawirî û ji mirovahiyê dûr dikeve. Mezinahiya malbat û civakê heye, ew kesên ku her dem mejiyê wan di aliyê  tundî û tundiya zayendî de dixebite, di aliyê mejî de ne kesên bi tendirust in. Divê malbat hişyar bin û her wiha ew cihên ku ev tewan lê tên encamdan, ger ji derveyî malê be divê destûra xebatê ji destên wan were girtin. Ji ber gelek cih hene destdirêjî tê de tên encamdan.”

‘Ji ber nêzikatiyên bê tendirust ên malbatê meyal kesan ber bi tundiyê ve diçe’

Sûzan Hisên amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka sereke niha ya malbatan e, ji ber tunebûna pêwendiya civakî ya hışkbüne ye û got: “Niha malbat bi medyaya dîjîtal re mijûl dibe û gihîştine wê astê îxanetê li hev dikin bi awayekî tên asta hevberdanê û kes zarokan naxwazin. Ev jî ji ber wê ye ku perwerdeya niha ya zarokan berbi xirabûnê ve çûye, ji ber wê jî civakek bi vî awayî derdikeve.”

‘Ger jin bi hêz bin mêr nikarin tundiyê bikin’

Sûzan Hisên der barê tundiya ku ji derveyî malbatê li hemberî jinan tê pêkanîn de wiha got: “Li hemberî jinek bi hêz mêrek nikare tundiyê pêk bîne. Mêrek dema ku dizanin jinek bê tawan e wê demê tundiyê li hemberî pêk tîne. Ji ber wê divê jin hêza xwe kom bikin da ku tu kes nekaribe bi awayekî nebaş nêz bibe. Heta niha jî hişyarî negihîştiye wê astê ku her jina tundî li hember tê pêkanîn dengê xwe derbixin û gilî bikin. Ji ber şermê hatiye bêdengkirin. Dema ku gilî tomar nekin, bêguman kesê sûcdar cezayê xwe nagire. Ji ber wê divê malbat piştgiriya jin û keçên xwe bikin.”