Parêzer Suzan Akîpa: Divê tecrîda girankirî demildest bi dawî bibe

Ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 43 meh in tu agahî jê nayê girtin. Yek ji parêzerê Asrinê Suzan Akîpa, aliyên wê yên hiqûqî nirxand û got: “Tecrîda giran û mutlaq a li ser birêz Ocalan divê demildest bi dawî bibe.”

DÎREN ENGÎZEK – MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in di bin tecrîda girankirî de ye tu agahî nayê wergirtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17'ê Îlonê de civiya û diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê binpêkirinek heye. Lê belê, ragihand ku ew ê salek çavdêriyê bike û di Îlona 2025’an de biryarek demkî bide.

Yek ji parêzerê Asrinê  Suzan Akîpa têkildarî salvegera komploya navnteweyî ji ajansa me re axivî, tecrîda mutleq a li ser Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, biryara Komîteya Wezîran biryarên ku hatine girtin û mafê hêviyê nirxand.

 Suzan Akîpa, da zanîn ku li Rêberê Kurd Abdullah Ocalan cezayê muebeta giran hatiye birîn û wiha got: “Wekî tê zanîn ji bo birêz Ocalan cezayê muebeta giran hatiye birîn. Ji bo birêz Ocalan doz di sala 2014’an de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat vekirin. Ji ber ku cezayê heta hetayê îşkence ye. Di biryara binpêkirinê de hat diyarkirin ku cezayê girtîgehê li dijî qedexekirina îşkenceyê ye. Di sala 2015’an de Komîteya Wezîran diviyabu çavdêrîya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bike. Em dibînîn ku dosya ketiye pêvajoya kontrolê. Ev çalakiya komîteya wezîran ji bo me girîng e.”

Suzan Akîpa bi gotinên; “Li Tirkiyeyê cezayê muebeta giran tê wateya ku mirov heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimîne” diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî û hiqûqa gerdûnî hat tesbîtkirin ku ev biryar bi tu awayî hêviya tehliyekirinê nade, awayekî îşkenceyê ye.” Suzan Akîpa daxuyand ku divê dewleta Tirk li gorî hiqûqa xwe ya navneteweyî ku mafê hêviyê tê de heye tevbigere û bal kişand ku divê bi rengekî ku desturê bide mafan were sererastkirin.

6 car ji Komîteya Wezîran a Konseya re serlêdan hat kirin

Suzan Akîpa diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di sal 2021’ê de cara yekem rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye rojeva xwe û wiha got: “Di vê pêvajoyê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parêzerên buroyê, rêxistinên cuda yên maf û hiqûqê yên li Tirkiyeyê ku xebatên xwe didomînin, her wiha gelek saziyên sivîl jî daxuyanî dan. Wek parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê me ji bo Desteya Wezîran 6 caran ser lêdan kir da ku birêz Ocalan bike rojeva xwe. Nêzî 10 sal şûnde di sala 2021’ê de Komîteya Wezîran rewşa birêz Ocalan xist rojeva xwe û bang kir.

Suzan Akîpa da daxuyakirin ku dewleta Tirk di qanûnên xwe de, di rêziknameya ku mafê hêviyê heye nas dike û destûrê dide û got: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de me diyar kir ku cezayê muebetê yê giran pirsgirêkek giştî ye. Di merheleya niha de li Tirkiyeyê 4 hezar kes hene ku cezayê wan zelal bûne.”

‘Tirkiye ji bo çareseriyê nêz nabe’

Suzan Akîpa diyar kir ku  ku rojeva ku di sala 2021’ê de hat avakirin girîng e lê dema ku li sala 2024‘an dinêrî dibîne ku di civîna komîteyê de geşedanên girîng ên pêşketî çênebûne û wiha got: “Raporên encama civînê hatin parvekirin. Em dibinin ku careke din li Tirkiyeyê cezayê muhebeta girankirî eşkere ye yan jî ji ber hejmara girtiyan daneyên îstastîstîk ji nû ve hatin xwestin. Ev berovajî bersivên ku hikumeta Tirk di civîna berê de dabûn e. Ev nîşan dide ku pirsgirêk berdewam dike û mezin dibe. Komîteyê bi vê çavdêrî û encamê careke din vê rewşê tesbît kir.”

Rewşeke nediyar heye

Suzan Akîpa bal kişand ku Komîteya Wezîran ragihandiye ku dê di sala 2025’an de careke din doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigre rojeva xwe û wiha got: “Ev mijar ji bo me û raya giştî girîng e lewre cara yekem di sala 2014’an de biryara îhlalê hatibû dayîn û 19 salê paşê careke din ket rojevê lê bi ketina rojava Komîteya Wezîran re bû cara duyem ev mijar dikeve rojevê. Qet nebe bi vê biryarê em dizanin ku doza birêz Ocalan di sala 2025’an de di rojeva Komîteya Wezîran de ye.”

Suzan Akîpa wiha domand: “Komîteya Wezîran a ku salê 4 caran dicive, li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan ku gihîştiye asta îşkenceyê û tevî ku 43 meh in tu agahî jê nayê girtin jî; li ser hikumeta Tirkiyeyê, ferzkirina ku derfetê bide mafê hêviyê nake. Tevî ku 10 sal di ser de derbas bûne jî dema ku em van hemûyan dinirxînin; dibînin ku Komîteya Wezîran bi biryara ku saleke din li doza birêz Ocalan binêre demê dirêj dike. Divê em bibêjin ku bi vê yekê rewşa heyî didomîne û di nediyariyê de dihêle.”  

‘Divê demildest tecrîda heyî bi dawî bibe’

Suzan Akîpa, bal kişand ku dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî ku neyê paşvexistin dîrokî, xwedî girîngiya stratejîk û dosyayek ku binpêkirina wê giran e ye û wiha domand: “Em behsa Komîteya Wezîran a ku salê carekê dicive dikin. Rewşek ku divê zû bigirtana dest. Raya giştî li bendê ye ku di çarçoveya hiqûqa cîhanî ya navneteweyî de were destgirtin. Di heman demê de bi vê yekê re Komîteya Wezîran di rewşeke ku pêşketin çênebe de talîmata biryara navberê dabû sekreteryayê. Ev ji bo Tirkiyeyê tê wateya hişyariyê. Divê were gotin ku ger heta sala 2025’an tu pêşketin çênebe dê ji bo Tirkiyeyê biryareke navberê were dayîn.”

Suzan Akîpa diyar kir ku cezayê muebeta girankirî di hiqûqa cîhanî de êdî binpêkirinek e û wih bi dawî kir: “Divê Tirkiye bi lezgînî bi peymanên navneteweyî yên ku nas kirine, hiqûqa xwe ya navxweyî li gorî van peymanan biguherîne. Bi vê yekê re divê tavilê dawî li tecrîda giran a li ser birêz Ocalan ku tu têkiliya wê bi derve re nemaye bîne û di serî de parêzer û malbat, hevdîtin pê re werin kirin.”