Parêzer Rûşen Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir

Parêzer Rûşen Seydaoglû, di doza KCD’ê ya jinûve hate darizandin de beraet kir.

Navenda Nûçeyan- Der barê parêzer Rûşen Seydaoglû de bi hinceta lêpirsîna têkildarî Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) û parvekirinên medyaya dîjîtal bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê hatibû birîn. 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza dabû. 

Dadgehê her wiha ji “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê dabû û ceza taloqkiribû.  Edliyeya Herêmê ya Amedê biryar xera kiribû.

Dadgehê hikum dabû ku tevlibûna organîzasyonên KCD’ê bi tena serê xwe ne sûc e. Danişîna doza derbarê Rûşen Seydaoglû de jinûve hate lidarxistin berdewam kir. Rûşen Seydaoglû û parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de amade bûn.

Dozger ceza xwest

Dozger xwest Rûşen Seydaoglû were cezakirin. Rûşen Seydaoglû jî li dijî mutalayê diyar kir ku beyanên xwe yên beriya niha dubare dike û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzer Resûl Temûr jî anî ziman ku parastinên xwe yên beriya niha dubare dike û parastinên xwe yên derbarê esasê de weke nivîskî ragihandine. Resûl Temûr daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.

Dadgehê biryara beraetê da.