Parêzer Mehtap Sert: Derziyê li girtiyên ku xizmên xwe winda kirine dane

Parêzera HDP'ê Mehtap Sert, diyar kir ku li Girtîgeha Îskenderûnê ya ku piştî erdhejê mafên girtiyan hatine binpêkirin, hemû girtiyan sirgûn kirine, da zanîn ku ji bo amojkirinê derzî li girtiyên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirine dane.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay- Li bajarên ku piştî erdhejê hilweşandinên mezin çêbûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest danê hê jî ne zelal e. Li hemû navçeyên Hatayê yên ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, gel bi tiştên ku piştî erdhejê dijîn re têdikoşin. Hate hînbûn ku girtiyên li girtîgehan di vê pêvajoyê de ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin. Hat hînbûn ku li Girtîgeha Îskenderûnê ya di dema erdhejê de cerdevan bi kilîtkirina deriyan derdiketine, tu girtiyek nikaribûye biçe ser cenazeyê xizmên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û li girtiyan bi îhtîmala derxistina bûyeran her dem derziyên morfîn û amoşker hatine xistin.

Piştî erdhejê qedexeya hevdîtinê hat girtin û UYAP hat girtin!

Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Mehtap Sert ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku girtiyên ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin, di kêliya dawî de sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hatine kirin û xistine hucreyên yek kesî. Mehtap Sert, anî ziman ku girtiyan ji ber qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re û girtina UYAP'ê ya piştî erdhejê bi rojan ji derve agahî negirtine û destnîşan kir ku erkdarên ji derve anîne girtîgehê zextên pir giran ên derûnî li girtiyan dikin û wiha got:

“Di erdhejê de li ser mirovan derî kilît kirin û çûn. Ji vî alî ve diyar dibe ku armanca dewletê ne parastina jiyana mirovan e, tenê astengkirina revê ye. Her wiha pîroziya mafê jiyanê tune ye. Piştre ji girtiyan re hevdîtina parêzeran hat qedexekirin û UYAP’ê jî girtin. Pirsgirêkek nerêveberiyê hebû û hewldan vê pirsgirêkê bi tundiyê çareser bikin.”

'Destûr nehatiye dayîn ku tevli merasîma cenazeyên xizmên xwe bibin'

Mehtap Sert, anî ziman ku girtiyên ku xizmên xwe winda kirine demek dirêj agahî nehatiye dayîn û piştî ku girtî ji rewşê agahdar bûne tevlibûna wan a cenazeyan çêbûye û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê tenê ji girtiyan re gotiye 'xizmên we baş in' ku li xizmên xwe pirsîne. Mehtap Sert bi behskirina Havva Zor a ku ji ber kuştina mêrê ku êrîşa zayendî li dijî keça wê kiribû hat girtin rewşa hat jiyîn vegot, wiha axivî: "Dema xizmên xwe winda kirin ev tişt ji wan re nehat gotin, ji ber ku mafê kesên ku malbata xwe ji dest dane heye tevli cenazeyê xizmên xwe bibin. Ji bo pêşî li van mafên wan bê girtin, nehat gotin ku xizmên xwe winda kirine. Tevî ku girtiyek hem mala xwe û hem jî hemû malbata xwe winda kir jî nehat gotin ku dayika wê miriye û jê re gotin 'malbata te baş e'. Girtiyek din 3 zarokên xwe winda kir lê hat gotin ku 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Muwekîla min Havva Zor ku min pê re hevdîtin kir, bi rastî hevaleke me ya jin e ku ji ber xweparastinê di girtîgehê de ye. Ji bo parastina keça xwe ya ji êrîşa zayendî xwe parast û keça xwe ya di erdhejê de winda kir. Keça wê 12 roj di bin xirbeyan de ma. Bi tu awayî destûr nehat dayîn ku bi malbata xwe re têkiliyê deyne. Tenê yek an du caran hewldana bi şebekeyên bi sînordar hevdîtin hat misogerkirin. Lê belê destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîma cenazeyê keça xwe bibe.”

'Li kesên xizmên xwe winda kirine derziyên morfîn û amoşker hatine xistin’

Mehtap Sert axaftina xwe wiha domand: “Dema ez ketim girtîgehê, min hembêz kir û xwest dilê wê xweş bikim lê hêsir ji çavên wê nedihatin. Rûnişt û tim li çoka xwe û li sînga xwe dixist. Got; ‘Min gelek lavayî kir, bihêlin ez biçim cenazeyê wê bibînim. Ez narevim tênê gora keça xwe bibînim û xatirê xwe jê bixwazim bes e' lê rêveberiya girtîgehê qebûl nekiriye. Her dem digot, “Min gelek lavayî kir lê destûr nedan.” Piştre dema ku ez bi girtiyên din ên qawîşê re axivîm, min pirs kir ‘çima qet negirî, di çi rewşê de ye’ ji min re gotin ku her dem derziyên amoşker lê dixin. Hat gotin ku gelek jin di heman rewşê de ne, her dem wan bi derziyan ditevizînin.”

'Wekî ku erdhej sûcê girtiyan be wan surgûn kirin’

Mehtap Sert, anî ziman ku kesên ku dilê wan bi êş e û îmkanên xwe yên aborî tune ne sirgûn kirin û xistin hucreyên yek kesî û wiha axivî: “Lê belê ji bo derfetên aborî ya wan jinan tune ye. Piraniya wan di erdhejê de yan malbatên xwe winda kirin an jî malbatên wan bêmal û bêwar mane û hemû jî niha di rewşeke nebaş a aborî û manewî de ne. Kesên dixwazin pere bişînin jî nikarin xwe bigihîjînin bankeyan. Jin pirsgirêkên cidî dijîn. Xizanî ji bo jinan zêdetir bûye. Di rêziknameyê de erdhej wek pirsgirêka ewlehiya navxweyî tê binavkirin. Ji ber ku ev erdhej weke pirsgirêkeke ewlekariya navxweyî derbas bû weke ku ev girtî bûne sedema hatin sirgûnkirin. Ji jinên hatine sirgûnkirin tu kes nîn e ku pêwîst dike bên sirgûnkirin, girtiyên siyasî jî di nav de hene. Lê wekî hûn jî dizanin girtîgehên bi ewlekariya bilind wek hucreyên yek kesî ne, hemû girtiyên hatine sirgûnkirin xistine hucreyên yek kesî. Pereyê wan jî tunebû.”

'Mehkûmê xizaniyê hatin kirin’

Mehtap Sert, diyar kir ku berdêla erdhejê li girtiyan hatiye birîn û di vê pêvajoyê de girtî rastî binpêkirinên mafan ên pir cidî hatine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di wateyek cidî de pirsgirêkên mezin dijîn û mehkûmê xizaniyek hin mezintir hatin kirin. Ez nikarim fêm bikim ka çima dewlet li hemberî kesên di girtîgehê de ewqas bi hêrs û bêwijdan e. Em fêm nakin çima berdelê vê erdhejê kesên ji xwe di girtîgehê de ne didin.”