Parêzer Eren Kesîn û Jiyan Tosun hedef hatin nîşandan
Di teqîna ku duh li Kolana Îstîklalê pêk hat de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê gef li parêzer Eren Keskîn û Jiyan Tosun hat xwarin û hedef hatin nîşandan.

Navenda Nûçeyan- Duh li Kolana Îstîklalê ya Beyogluyê li derdora seat 16.20’ an êrîşa bombeyî pêk hat. Li gorî daxuyaniyên fermî di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê demeke pir kin, li Tirkiyeyê înternet giran bû; hin weşan hatin astengkirin. Tenê hat gotin ku kesek hatiye girtin.
Hatin hedef nîşandan
Demeke pir kin piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Beyogluya Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê parêzer Jiyan Tosun weke hedef nîşan da. Li ser vê yekê Tosun, li dozgeriyê gilî kir. Di dema teqînê de Jiyan Tosun li Qereqola Kuçukçekmeceyê bi miwekîlê xwe re hevdîtin dikir. Piştî ku hedef hat nîşandan, polîsan bi hinceta “der heqê wê de gilî heye” îfadeya wê girt. Tosun, piştî ku îfadeya da hat berdan.
Heta sibehê li edliyeyê ma
Piştî hedefnîşandanê, gelek gef li parêzer Jiyan Tosun hatin xwarin û li ser vê yekê Jiyan Tosun çû edliyeyê ji ber ku xwe di ewlehiyê de nedît, heta serê sibehê li edliyeyê ma. Di saetên serê sibehê de Tosun li dozgeriyê gilî kir.
Li Eren Keskîn gefa mirinê hat xwarin
Di heman demê de gefên kuştinê li Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî hatin xwarin. Keskîn, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. Keskîn, da zanîn ku bi telefonê lê geriyane û gefên kuştin û destdirêjiyê lê hatine xwarin. Keskîn, wiha domand: “Ez nizanim ka em çima hatin hilbijartin lê di halê hazir de ne ewlehiya canê min û ne jî ya Jiyanê tune ye.”
Şaxa ÎHD'a Stenbolê ragihand ku der barê Hevseroka Giştî Eren Keskîn û parêzera wan Jiyan Tosun a hat hedef nîşandan, dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixin.