Parêzer Aynûr Zêd Başa: Pêvajoya heyî hewceyî birêz Ocalan e
Endama Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ya Ji Bo Parastina Mafên Rêber Ocalan Aynûr Zêd Başa, destnîşan kir ku kilîta çareseriya aloziya ku Rojhilata Navîn diqewime, li ba Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdulan Ocalan bi komployek navneyewî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Endama ‘Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ya Ji Bo Parastina Mafên Rêber Ocalan’ Aynûr Zêd Başa têkildarî komploya navnetewî û tecrîda ku bê hiqûqî hê jî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome ji ajansa me re axivî.
‘Ocalan mêjiyê civaka azadîxwaz e’
Aynûr Zêd Başa diyar kir ku têkoşîna gelan bersiv daye komploya 1999’an û wiha got: “Di 15’ê Sibata 1999’an de komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat. Em vê komployê, bi tundî şermezar dikin. Birêz Ocalan mirovek demokrat, aştîxwaz e. Ji bo mafên gelê xwe ked û têkoşînek mezin kir. Lewma ji aliyê dewletên hegemon ve bi komployek navnetewî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Bi dîlgirtina birêz Ocalan a li Zîndana Îmraliyê, her wekî nameyek ji gelên azadîxwaz û yên ku birêz Ocalan temsîla wan dike re hat dayîn. Li beramberî vê peyamê têkoşîna gelê azadîxwaz zêdetir bû û biryara darvekirinê ya li birêz Ocalan hatibû birîn, betal kirin.”
‘Ramanên Ocalan planên komplogeran têk bir’
Aynûr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya gelê azadîxwaz hedef digre û wiha got: “Li Zîndana Îmraliyê li ser birêz Ocalan pîvanên ne zagonî hatin meşandin û ji mafê wî yên rewa hat bêparkirin. Niha mafê her girtiyek heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne, lê mixabin ev yek nehat qebûlkirin û li ser birêz Ocalan tecrîdek hişk hat meşandin. Em vê tecrîdê ne tenê li hember wî dibînin, ji ber ku Ocalan temsîla gelan dike lewma bi riya vê tecrîdê xwestin îradeya gelan bişkînin. Fikir û ramanên Rêber Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûn û bû bersiv û têkbirina komploya 1999’an. Niha projeya ku Ocalan banga wê dike, bûye mînak û li ser rûyê erdê her ferdek wê ji bo xwe dipejrîne. Ji ber ku azadiya xwe tê de dibîne.”
‘Hêvî mafê her girtiyek e’
Aynûr di berdewama axaftina xwe de balkişand ser kampanyaya ku li 75 dewletan hatiye despêkirin û wiha got: “Ji bo azadiya Rêber Ocalan û çareseriya ji bo doza Kurd, ev kampanya hat destpêkirin. Em jî tevlî wê bûn. Di encama vê kampanyayê de biryar hat girtin ku yasayên girtina kesan heya dawiya jiyanê were sererastkirin, ji ber ku hêvî mafê her girtiyek e, birêz Ocalan jî ji mafê hêviyê hatiye qutkirin, ev jî li dijî maf û hevpeymanên mafên mirovan e. Em jî wekî parêzerên Ocalan her di nava hewldanan de ne û nameyan ji CPT’ê re rê dikin ku piştgirî bidin birêz Ocalan, ji ber ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.”
‘Pêvajoya heyî hewceyî birêz Ocalan e’
Aynûr destnîşan kir ku pêvajoya ku dinya tê de derbas dibe, pêwistiya wê bi Ocalan heye û axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Niha pêvajoya ku li Sûrî çêdibe, riya çareseriya wê li gel birêz Ocalan e. Dewleta Tirk jî mafê mirovan xistiye mijara diyalogê. Ev yek jî nayê qebûlkirin, tu carî bazar li ser mafan nayê kirin. Zagonek ji bo parastina mafan hatiye çêkirin, lê îro em dibînin bazar û binpêkirina mafan tê kirin. Em dibînin ku birêz Ocalan ji pêvajoya tecrîdê derbasî pêvajoya binçavkirinê bûye.”