Parêzer Atiya Yusuf: Divê jin ji bo destûra Sûriya nû bibin yek

Endama Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Atiya Yusuf xwest ku di destûra nû ya Sûriyê de mafên jinan bên misogerkirin û got “Li hember dîwarên çewsandinê yên dixwazin li ber me çêkin, pêwîst e em bi yekîtî û birêxistinbûna xwe bibin bersiv.”

NUCAN ARAS

Hesekê – Li Sûriyê piştî têkçûna Rejîma Baasê li welêt pêvoyek guherînê ya lezgîn dimeşe. Ev pêvajo wek pêvajoyek ku dê bandorê li avabûna siyasî, civakî û çandî ya welêt bike tê bilêvkirin. Biryarên ku rêveberiya demkî ya Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) a cîhadîst di gelek qadên jiyana civakî de li ser bingeha yasayên şirîetê girtiye, rastî nerazîbûnan tê. Ji bo nivîsandina Destûrek nû, sererastkirina serokdewletiyê û gelek biryarên din, daxwaza avakirina ‘Kongreya Netewî’ tê kirin. Tê destnîşankirin ku pêwîst e di hemû biryaran de avabûnek demokratîk bê avakirin.

Endama Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Atiya Yusuf, guherîna li Sûriyê û tiştên ku di pêvajoya avabûnê de tên jiyîn, ji ajansa me re nirxand.

Atiya Yusuf destnîşan kir ku ji destpêka mirovahiyê heta niha desthilatdariyan ji bo serdestiya xwe û berjewendiyên xwe yên polîtîk misoger bikin, dîrokê bi zimanê mêr û aqilê mêr dinvîsin. Atiya Yusuf, da zanîn ku jin jî neçarî van yasayan dikin û wiha got: “Çawa ku li tevahiya dinyayê dibe, li Sûriyê jî xalên Destûrê bi ziman û destê mêran hatiye nivîsandin.” Atiya Yusuf, anî ziman Destûra nû jî, zêdetir li ser bingeha otorîteya dûrî demokrasiyê, ya ku Rejîma Baasê aniye, hatiye avakirin.

'Hikûmeta Sûriyê, xwedî karakterek navendparêz e'

Atiya Yusuf, da zanîn ku li Sûriyê di gelek qadan de mafên jinan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Di yasayên Sûriyê de dibêje ‘hemû gel azad û wekhev in’, lê belê di pişt perdeyên statuyê de wek pergala Baasê, hewl didin ku jinan biçewsînin û bitirsînin, vê yekê jî bi cezayan dikin. Bi taybetî jin di bin bandora van yasayan de mane. Di çarçoveya Destûrê de di qada çand û hunerê de, li ser navê perwerdekirina zarok û ciwanan, berpirsyariya mamostebûnê dane jinan. Di saziyên dewletê yan jî sazî û dezgehên girêdayî dewletê de jin cîh bigirin jî, mafê biryardayînê nedane wan û jin di bin siya desthilatiyê de hatine hiştin. Dewlet û hikûmeta Sûriyê di aliyê jinan ve bi tevahî xwedî karakterek zayendparêz û navendparêz e.”

'Dixwazin jinan bê nasname bihêlin'

Atiya Yusuf, diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Esad a li Sûriyê, pêvajoyek gelek bi lez bipêş ketiye û wiha berdewam kir: “Li Sûriyê rêberê rêveberiya demkî ya koma cîhadîst a Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ)  Muhammed Colanî, ji aliyê derdorek ku di nav de çete jî hene ve wek ‘serokê dewletê’ hat erêkirin. Ji bo wezaretên dewletê mirovan tayîn kirin, ev kes yasayên hişk ên şirîetê dixwazin. Ev hemû jî, ji niha de nîşan didin ku Destûra Nû ya Sûriyê dê çawa teşe bigre. Di Destûra Nû de dixwazin ku bi giştî gelên xwedî taybetmendiyên cuda ne û bi taybetî jî jinan bi tevahî ji nasnameyên wan dûr bixin.”

'Pêwîst e bersiva me ya ji bo dîwarên zextan, birêxistinbûna me be'

Atiya Yusuf; balkişand ser Wezîrê Dadê yê nû yê Sûriyê Şadi el-Veysî jî. Atiya destnîşan kir ku Şadî el-Weysî li Îdlibê derbarê du jinan de biryara qetilkirinê daye û herdu jîn jî qetil kirine. Atiya wiha got: “Ramanên cîhadîst dixwazin ku di avabûna nû ya Sûriyê û pêşeroja demokratîk de, li ser navê jinan biryaran bistînin. Bi van ramanan xwe mezin dikin, yasayan çêdikin. Dixwazim bêjim ku tu hêviyek me ya jidil ji wan tuneye. Ji bo jinên li Sûriyê dijîn li gor raman û daxwazên wan gavên xweser û berbiçavtir bên avêtin, ev dê ji bo pêşeroja nû ya Sûriyê bibe hêviyek.”

Atiya Yusuf ragihand ku Yekîtiya Paêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaşan û xebatan didomîne û wiha berdewam kir: “Em pêkhateyên jin ên li Sûriyê dijîn, pêwîst e bi awayek zelal diyar bikin ku em Destûrek çawa dixwazin û em dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em jinên Sûriyeyî divê baş fam bikin ku; li ser bingeha giyana hevpar, ji bo parastina mafên xwe divê em li derdora tenê ramanek xwe birêxistin bikin. Ger ku em jinên Sûriyeyî li derdora ramanên hevpar birêxistin nebin; reng, hebûn û destkeftiyên jinan berê bidest xistine jî, di bin siya cîhadîstan de bimînin û tune bibin. Di aliyê pêvajoya nû ya Sûriyê de em ji her demê zêdetir nêzîki misogerkirina mafên jinan in. Em di pozîsyonek zêdetir xwedî îdîa, rêxistinkirî, zana de ne. Bersiva me ya ji bo dîwarên ku dixwazin bihûnin, yekîtî û rêxistinbûna meye.”

'Di pêşeroja nû ya Sûriyê de pergala Hevserokatiyê'

Atiya Yusuf destnîşan kir ku di nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê de bi qasî ziman, reng û nêrîna jinan, ji bo wekheviyê divê zimanê demokratîk ê mêran jî hebe. Atiya Yusuf, diyar kir ku gelên Sûriyê xwedî dîrokek xur in û pêwîst e hemû gel li dora vê dîroka demokratîk bibin yek û xebatên Destûrê zêdetir adilane bimeşînin. Atiya Yusuf, da zanîn ku pêşniyarên wan hene û wiha got: “Perwerdehiyên bi zimanê zikmakî û li ser bingeha cudatiyan bê dayîn. Di Destûrê de ji bo jinan kotaya ji sedî pêncî li ser bingeha wekheviyê bê çêkirin. Di ciyên biryardayîn û erêkirinê de jin jî bibin xwedî mafê gotinê. Her wiha pergala Hevserokatiyê ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî esas girtiye, dikare ji bo pêşeroja nû ya Sûriyê bibe modêlek alternatîf. Em di wê baweriyê de ne û pêşniyarên me ev in.”

'Hevpeymana Civakî hemû gelan diparêze'

Atiya Yusuf anî ziman ku Hevpeymana Civakî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelan esas girtiye, ji bo pêşeroja Sûriyê jî ewê perspektîfek xurt ava bike. Atiya Yusuf, bi van gotinan nirxandinên xwe bidawî kir: "Dikarin ji Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser yekîtiya gelan bi riya wê pêk aniye, rasterast sûd bigirin. Mafên gelan, bi taybetî jin û zarokan, ciwanan, civakan, bawerî û mezheban, ziman û çandên cuda, nasnameyên zengîn tên misogerkirin û parastin. Em li rewşa heyî ya Sûriyê binhêrin, em jin dikarin bi giyanek ku di xalek hevpar de li hev dikin, fikrên xwe didin û fikran distînin, di nav piştevaniyê de di Destûra Nû ya Sûriyê de bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”