Parêzer Asli Pasinli: Em li dijî êrîşên li ser jinan şer dikin!

Seroka DAKAH-DER'ê Parêzer Asli Pasinli diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên jinan şer hatiye destpêkirin û got: "Divê em rê nedin van êrîşan û her dem di nava têkoşînê de bin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser mafên wan ên qanûnî pêşwazî dikin. Piştî ku Tirkiye bi Biryarnameya Serokomariyê ya di 20’ê Adara 2021’ê di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji Peymana Stenbolê vekişiya, vê carê Qanûna Tundiyê ya bi hejmara 6284’an, Qanûna Medenî "wekheviyê" ya di qanûna bîngehîn de ji bo nîqaşê hatin vekirin.

Ev nîqaşên mêtinger ên ku cudakarî û newekheviya li dijî mafên jinan ên qanûnî xurt dikin, ji aliyê Partiya Refahê (YRP) û HUDA-PAR’ê ku bi Tifaqa hikûmeta AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin ve ketin Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê jî berdewam dikin. Seroka Komeleya Dewleta Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) Asli Pasinli ku di heman demê de parêzer e, êrîşên li dijî destkeftiyên jinan û polîtîkayên bêcezakirinê yên di sûcên li dijî jinan de tên meşandin ji ajansa me re nirxand.

'Peymana Stenbolê destpêka pêvajoyê bû'

Asli Pasinli, anî ziman ku jin tevî êrîşan jî bi hev re têkoşîna xwe didomînin û got: “Bi rastî Em li hemberî êrîşên li dijî jinan şer dikin.”  Asli Pasinli bal kişand ku gava ewil a êrîşan bi vekişîna ji Peymana Stenbolê dest pê kir û wiha got:

“Wê demê saziyên sivîl û tevgera jinan dengek pir bilind derdixistin. Destpêka pêvajoyek bû ku ev yek dê bibe berdêla jiyana jinan û bibe xeteriyeke mezin ne tenê li ser hebûna fizîkî ya jinan her wiha li ser mafên wan ên qanûnî. Der barê vê yekê de hem di pêvajoyên dozê de hem jî di çalakiyan de reflekseke cidî hatiye pêşxistin. Divê em lê binêrin ka çima peyman ji jiyana me derket. Pêvajo dema ku ji aliyê  terîqet û hinek komên olî yên li Tirkiyeyê ve hat hedefgirtin dest pê kir. Piştî vê pêvajoyê peyman di şevekê de hat betalkirin.”

'Em nîşaneyên derbasbûna mezhebperestiyê dibînin'

Asli Pasinli, bal kişand ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê êrîş zêde bûne û wiha axivî: “Piştî betalkirinê di vê pêvajoyê de der barê guhertinên li Tirkiyeyê bên jiyîn de, bi deklarasyonên cidî em li hev civiyan. Li Tirkiyeyê, ji mafê jinan ê nefeqeyê heta qanûna bi hejmara 6284’an û heta guhertina madeyên makeqanûnê yên têkildarî jinan, gelek daxuyanî hatin dayîn. Li Tirkiyeyê ev demeke pir dirêj e li ser mexdûriyetek mêr a asparagas, têkildarî mafê nefeqeyê êrîşeke cidî heye. Ev rojev gelek girîng in, em li Tirkiyeyê nîşaneyên derbasbûna mezhebperestiyê, guhertinên madeyên destûra bingehîn û mudaxaleyên li dijî qanûna medenî bibînin."  

‘Ji mêran re wek soza hilbijartinê hat pêşkêşkirin'

Asli Pasinli, diyar kir ku piştî hilbijartinên giştî destkeftiyên zagonî yên heyî hedef tên girtin û der barê êrîşan de van mînakan da: “Di demên nêz de Partiya Refahê ji bo rakirina mafê nefeqeyê pêşniyarek pêşkêşî meclisê kir. Ev pêşniyar yekser di komîsyonê de derbas bû, ket rojeva meclisê. Em li vir dibînin ku hikûmet bi riya partiyan venerîna raya giştî jî dike. Ji ber ku beriya niha jî rojevên bi vî rengî derketibûn holê. Bi taybetî jî beriya hilbijartinên giştî ev daxwazên guhertinê ji mêran re wek soza hilbijartinê hatibû pêşkêşkirin. Ji ber bertekên hevpar biryar dan vê yekê taloqê piştî hilbijartinê bikin.”

‘Tê xwestin mafê hemwelatîbûna wekhev bê tunekirin’

Asli Pasinli, destnîşan kir ku bi guhertinên tên xwestin re wekheviya jin û mêr tê hedefgirtin û êrîş jî bi vî awayî tên pêkanîn û got ku hewl didin mafên wekhev ên hemwelatîbûna jinan ji destên wan bên girtin. Asli Pasinli wiha got: “Divê em vê rewşê wek veguhertina hin rêzikên hiqûqa Îslamê binirxînin. Betalkirina Peymana Stenbolê mizgîniya van hemûyan û alarmek mezin bû. Di pêvajoya berdewam dike de, guhertinek têkildarî destûra bingehîn tê armanckirin. Li vir jî du madeyan kirin hedef. Di navbera jinan de der barê hicabê de cudahiyek pêk anîn, yek ji wan bû. Ya din jî têkildarî têgeha malbatê bû. Beşa ku di vê guherînê de tê hedefgirtin, mirovên LGBTI+ ne."

'Divê em her dem di nava têkoşînê de bin'

Asli Pasinli, destnîşan kir ku pêkanînên tên xwestin bên meşandin ji polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn li dijî jinan tên meşandin ne cuda ne û axaftina xwe wiha domand:

“Niha li Rojhilata Navîn şerek dest pê kiriye û di vî şerî de beşên tên hedefgirtin jin in. Li Tirkiyeyê jî li dijî hemû destkeftiyên jinan şerekî mezin dest pê kiriye. Divê ev bi vî rengî were nirxandin. Em ji peymanekî navneteweyî derketin û berdewamiya vê peymanê dê were. Ji ber vê yekê ev welatê ku demek dirêj e di warê destkeftiyên jinan de paşve diçe, van hinekî din fermîtir dike. Divê em li dijî van hişyar bin. Li gelek cihên Rojhilata Navîn mafê qanûnî û jiyana jinan di bin êrîşan de ye û tiştê li Tirkiyeyê diqewime jî pir cuda ye. Divê em destûr nedin van êrîşan û her dem di nava têkoşînê de bin.”