Parazvanên mafê jin ên Tûnisî: Riya me dirêj e
Jinên Tûnisê diyar kirin ku di encama têkoşîna bi dehan salan de di warê hiqûqî de hinek destkeftiyan bi dest xistine lê qanûnên heyî nayên bicihanîn û bi gotin ku riya wan dirêj, berbijêr û berbijor e û ji bo vê yekê banga berdewamiya têkoşinê kirin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis- Aktîvîsta femînîst Cenîn Al-Talîlî ya qanûnên Tûnisê nirxand, der barê xala 58’an a ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye derxistin de axivî û wiha got: “Xala 58’an wek encamek têkoşîna femînîst a bi dehan sal in didome, derket holê. Xala mijara gotinê, di sala 2017’an de pêşkêşî Parlamentoya Tûnisê hat kirin. Tevî hin kêmasiyên ku divê bên lêkolînkirin jî di wesfa şoreşgerî de tê hesibandin. Lê ji bo pêkanîna wê mekanîzmayên pêwîst nayên avakirin û bûdçeyek nayê veqetandin. Xala 58’an tundiya siyasî jî di nav de gelek cureyên tundiyê digre dest. Di qonaxa niha de biryarên di madeyê de cih digrin wekî ku tê xwestin nayên pêkanîn.
‘Dema ku jin giliya xwe paşve dikşînin tên qetilkirin’
Cenîn Al-Talîlî ku pirsgirêkên jinên mexdûrên tundiyê yên serî li yekîneyên ewlekariya dewletê dane vegot, wiha axivî: “Mînak; jinên rastî êrîşa zayendî tên, hewl didin vegerin malên xwe. Vekişîna giliyên wan, dibe ku ji bo wan bibe sedema trajediyan. Bûyera Rifka Al-Şarnî bi vî awayî bû. Gelek caran gilî kir lê ji ber ku tiştên pêwîst nehatin kirin, ji aliyê hevjînê xwe yê erkdarê ewlehiyê ve bi çekê hat qetilkirin. Navendên polîsan û heta dewlet bi xwe jî li hemberî bûyerên tundiyê xweşbîn tevdigerin. Di pêkanîna qanûnê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milên wezîran. Divê hevgirtin were pêkanîn, mafên jinên ku rastî êrîşa zayendî hatine werin dîtin û ji bo dirêjkirina pêvajoyên dozê yên ku jin rasterast zirarê dibînin destûr bê dayîn.”
Bi wêneyên montajkirî şantajê li jinan dikin
Cenîn Al-Talîlî da zanîn civaka sivîl pir baş dizane ku di qanûna têkoşîna li dijî tundiyê de gelek kêmasî hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tundiya sîber an jî dîjîtal ku cureya herî diyar a binpêkirina li ser jinan e li ser malperên medyaya dijîtal hatiye tomarkirine, qet nayê behskirin. Dîmenên nerast tên montajkirin, li ser vê yekê şantaj li jinan tê kirin û dema kesê şantajker tiştên dixwaze bi dest naxe, ev dîmenên ne rast li ser Facebok an jî rûpelên din parve dike. Li dijî van sûcan karûbarên hiqûqî nayên kirin. Divê saziyên civaka sivîl û femînîst, qanûnên heyî lêkolîn bikin û pêkanîna wan ferz bikin.”
‘Tenê navendeke jinan heye’
Cenîn Al-Talîlî, der barê vexwendina Wezareta Jinan a komeleyan ji bo maseya diyalogê di ber çavan re derbas bikin jî wiha axivî: “Ji ber tirsa dê pêkhateya qanûnê biguherînin, jin nehatin vexwendin. Bi taybetî jî ji ber hebûna meclisa mêr a ku jin jê hatine dûrxistin, jin ji bo maseya diyalogê nehatin qebûlkirin. Ger em ji nû ve werin ser xala 58’an; li dijî tundiya li ser jinan rêgezek parastinê heye. Ev rêgeza parastinê çi ye? Navendên ewlekariyê yên ku jinên rastî tundiyê tên xwe dispêrinê, neçar e ji bo jinan ji encamên tundiyê biparêze bişîne navendeke stargehê. Lê ji ber hebûna navendekê bi dehan jinên mexdûrên tundiyê tenê dikarin demekê li vê navendê bimînin. Li yekane navenda ku li herêma Sidî Thabet a paytext Tûnisê cih digre, ji bilî kêmbûna pisporan, jin dikarin tenê demek diyar bimînin.”
‘Tundiya zayendî divê were vegotin û kampanya werin destpêkirin’
Cenîn Al-Talîlî, anî ziman dewlet jinên rastî tundiyê tên, arasteyî hin komeleyan dike û wiha axivî: “Ev rewş cihê fikaran e. Bi taybetî jî ji ber ev komele xwedî kapasîteya mezin a qebûlkirina wan nîn in, jiyana jinan dixin nava xeterê. Qanûna bi hejmara 58'an a bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, di gihandina armanca xwe de bê serkeftî bû. Ji ber ku ev qanûn di wesfa şoreşê de bû, yekane pirsgirêk pêkneanîn e. Li dijî tundiyê budçeya têrker nayê misogerkirin, kêmbûna pisporî heye û navendên stargehê nîn in. Ji aliyê din ve, der barê têkoşîna li dijî tundiyê de ji dadgeran bigre heta polîsan ji bo hemû aliyên ku bi vê mijarê re eleqedar dibin kampanyayên hişyariyê nayên destpêkirin. Mijareke din jî mijara tundiya zayendî ye. Êdî dema şikandina dîwarê bêdengî û tirsê hatiye. Der barê mijarê de rola civaka sivîl ew e ku hişyariyê çêbike. Bi taybetî jî divê li cihên pêkan, li herêmên hundir kampanya bên meşandin û xetereyên bêdengî û qebûlkirina tundiya zayendî bên vegotin. Bi taybetî jî eşkerekirina cureyê tundiyê ya bi vî awayî jî wek şermek tê dîtin. Divê civaka navneteweyî jî li dijî tundiya zayendî peyaman bide.”
‘Tundiya di qada siyasî de bandorê li jinên aktivîst û rojnameger dike’
Rojnamevan Mounîa Al-Arfawî jî bal kişand ser tundiya siyasî ya di qada siyasî de ku bandorê li jinên aktîvîst û rojnamevan dike. Mounîa Al-Arfawî da zanîn ku jin ji ber nêrînên xwe tên darizandin û ji ber vê jî rastî tundiyê tên. Mounîa Al-Arfawî, wiha got: “Rojnamevan Şetha Boukhris ji ber ku rexne li otorîteyê kir, avêtin girtigehê û îro rewşa wê ya tenduristî û derûnî xirab e. Li ser rûpela taybet a Facebokê ku bûye sedem gelek caran ji bo lêpirsînê were gazîkirin, tu delîlek sûc nîn e. Tevî ku bêsûc e, nehat berdan. Jinên ku di karûbarên siyasî de çalak in, ji ber mêrên ku wan biçûk dibînin û tenê wek amûr dibînin, du qat rastî binpêkirinan tên.”
‘Kirinên li dijî jinan tên normalîzekirin’
Mounîa Al-Arfawî diyar kir ku tundiya li ser jinan hatiye asayîkirin û wiha got: “Dema mijar dibe rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û parêzer ev rewş hîn zêdetir diyar dibe. Em vê yekê di girtina seroka Partiya Destûriya Azad a Femînîstan Abeer Moussa de bi zelalî dibînin. Li ser medyaya dijîtal nivîsên wek ‘Vê yekê heq kir’ hatin parvekirin.”
Mounîa Al-Arfawî, der barê jinên li Tûnisê di çi astê de serkeftî ne de jî wiha got: “Riya me hê dirêj e, berbijêr û berbijor e. Ev riyeke bi astengiyên mêran dagirtî ye. Divê em bi ser bikevin û ber bi azadî, demokrasî û civakeke piralî ve gavan biavêjin. Ji bo vê yekê jî hebûn û tevlibûna jinan pêwîst e. Jin ne îmaj û xeml in divê bi mêran re wekhev bin. Jin bi dehan salan ji bo mafên xwe û welatê xwe têkoşiyan û fedakariya xwe îsbat kirin. Îro xwedî wî mafê ne ku beşdarî jiyana giştî û siyasî bibin.”