YPJ: Paradîgmaya Rêber Apo wê mirovahiyê ji tarîtiyê rizgar bike
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 26’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Paradîgmaya Rêber Apo wê mirovahiyê ji tarîtî û qirkirinê rizgar bike. Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-20250214-images-pnga77f08-image-jpg4f1c71-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jin) bi wesîleya 26’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand.
YPJ’ê di peyama xwe de wiha got: “Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo sala xwe ya 26’an tijî kir. Em destpêkê roja qirkirinê ya 15’ê Sibatê û hemû hêzên komploger şermezar dikin. Berxwedana bi rûmet ê hevrêyê dilsoz ê jinan Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin. Hemû şehîdên rêya azadî û ronahiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî qehremaniyên wan ditewînin.”
Di dewama peyamê de hate diyarkirin ku komploya 15’ê Sibata 1999’an te wateya hedefgirtina sosyalîzm û îradeya azad ku yekane alternatîf e û wiha hate gotin: “Wekî ku Rêber Apo jî nirxandiye, weke destwerdana li ser herêma Rojhilata Navîn hate destpêkirin. Îro pir eşkere xuya dike ku ev komplo weke parçeyekî girîng a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîne. Di vê wateyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sûcê li dijî gelê Kurd, xeta jina azad û li dijî hemû gelên azadîxwaze.
Pergala kapîtalîst ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve hewl dide herêma Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe şêwe bide. Bi vê armancê ji nû ve şêwe dan nexşeya Rojhilava Navîn. Bi afirandina netew-dewletê li herêmê jehra netewperestiyê belav kirin. Lê belê di encamê de pergala netewedewletê bi kêrî Rojhilata Navîn nehatiye, li gel serdema fînansî êdî hewceyî bi pergalên netewedewletê nemaye û ev yek weke astengiyan hatine dîtîn û derbaskirin. Lê belê li pêşiya kapîtalîzmê astengiya herî mezin çanda Rojhilata Navîn a exlaqî û siyasî ye. Standart û nirxên vê çandê, di tevgera azadiyê ya Rêber Apo rêbertiya wê dike de bi awayekî siyasî û rêxistinî tên temsîlkirin. Ji ber vê yekê komplogeran weke pêngava ewil êrîşî Rêber Apo kirin. Lê belê Rêber Apo bi pêşbîniya xwe ya kûr planên komployê hesiya û ji bo têkbirina komployê modernîteya demokratîk weke rêyeke çareseriyê pêş xist.
Talûkeya domandina şerê qirkirin û dagirkeriyê
Di vê salvegera komploya 15’ê Sibatê de jî dewleta Tirk bênavber êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê domandin. Ji roja hilweşîna rejîma BAAS’ê heya îro dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi dijwarî êrîşî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev êrîş li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPJ, YPG û QSD’ê re rû bi rû man. Gelê me dubare fedekariyeke mezin û sekneke birûmet nîşan da. A rastî dewleta Tirk ji bo ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pêşxistî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete meriyetê, belav nebe tevahiya Sûriyeyê xebatên pirhêlî bi rê ve dibe. Lê belê Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî weke demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn dibîne û bi israr balê dikşîne ser talûkeya domandina şerê qirkirin û dagirkeriyê.
‘Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan’
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), dubare diyar dikin ku emê heya dawiyê li projeya ‘’Modernîteya Demokratîk’’ a Rêber Apo xwedî derkevin û wê biparêzin. Beriya her tiştî hemû jinên li tevahiya Sûriyeyê, hemû gelê Sûriyeyê dikarin Sûriyeyeke azad û xwe dispêre çareseriya demokratîk ava bikin. Em ê weke YPJ’ê girêdayî vê armancê têkoşîna xwe mezintir bikin û bi awayekî xurtir tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin. Ev pêngav li Kurdistan û hemû cîhanê belav bûye û dostên gelê Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst gelek xebatên hêja pêk anîn û encamên dîrokî hatin bidestxistin. Ev yek jî nîşan dide ku paradîgmaya Rêber Apo ji hemû sînoran derbas bûye û bûye hêviya hemû neteweyan. Girêdayî vê yekê em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku bi awayekî xurttir tevlî pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re ‘’ bibin.
Li ser vê bingehê komploya navneteweyî ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û şoreşa gelan hedef digre bi tundî şermezar dikin. Em soza xwe dubare dikin ku emê bi esasgirtina xeta Rêber Apo û dilsoziya bîranîna şehîdên xwe yên qehreman teqez têkoşîna jina azad û civaka demokratîk bi ser bixin. Paradîgmaya Rêber Apo wê mirovahiyê ji tarîtî û qirkirinê rizgar bike. Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan.”