Pankarta Peymana Stenbolê cardin hat hildan
Jinên endamên ÎHD’ya Edenê cara duyem li avahiya komeleyê pankarta Peymana Stenbolê daliqandin.
Edene - Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ji ber vekişandina Peymana Stenbolê cara duyem li avahiya komeleyê pankart daliqandin. Komîsyonê di 26'ê Nîsanê de li avahîya komeleyê pankarta li ser “Peymana Stenbolê teminata jinan û mafên mirovan e, em dev jê bernadin” hatibû nivîsandin, daliqandibûn. Lê belê pankart ji aliyê kes an jî kesên nasmaneya wan ne diyar hatibû rakirin. Piştî vê yekê jinan pankart a li ser “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” amade kirin careke din li avahiya komeleyê daliqandin û peyama têkoşînê dan.