Pankarta navê 88 jinên hatîn qetilirin li ser heyî hat daleqandin

Bi boneya bal kişandina ser kuştinên jinan endamên TJA yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê pankarta li ser navê 88 jinên di sê mehên despêka salê de hatî qetilkirin heyî bi avahiya HDP'ê ya Êlihê ve daliqandin

Navenda Nûçeyan - Di 3 mehên despêka sala 2021’an de li Tirkiyeyê 88 jin hatin qetilkirin. Ji dema Peymana Stenbolê hatî feshkirin her diçe kuştinên jinan zêde dibe. Di nava 24 saetên dawî de 3 jinên hatin qetilkirin. Ji bo balkişandina ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê pankarta li ser navê 88 jinên hatî nivîsandin bi avahiya xwe ve vekir. Li ser pankarta ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ve hatî amadekirin nivîsa "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê jiyanê mîsoger dike” hatiye nivîsîn.