Panela pirsa parastin û hevgirtinê ku sînoran derbas dike
Semînerek dîjîtal a navnetewî ku ji hêla rêxistina "Jinên Federasyona Çep a Demokratîk - Nafid" ve hatî organîzekirin, rastiya girtina siyasî ya jinan li herêmê, bi rêya şahidiyên ji Fas, Filistîn, Tûnisê ronî kir û aliyên siyasî, psîkolojîk û civakî yên
HANAN HARAT
Mexrîb – Beşdarên paneleke dîjîtal a navnetewî tekez kirin ku girtina siyasî ya jinan mijarek ku sînoran derbas dike ye. Wan diyar kir ku aliyên siyasî, civakî û psîkolojîk ên vê diyardeyê bi hev ve girêdayî ne û têkoşîna li dijî wê, hewceyî hevgirtinek navnetewî ya rêxistinkirî û parastinek qanûnî ya bihêztir a ji bo parêzvanên mafên mirovan e.
Di çarçoveya zêdebûna rageşiyên li çar aliyê cîhanê û kêmbûna azadiyan li hin herêman de, diyardeya girtinên siyasî yên jin, di paneleke dijîtal a navnetewî ku ji hêla rêxistina jinan a Fasî "Jinên Federasyona Çepgir a Demokratîk - Nefid" ve roja 16’ê Nîsanê de hate organîzekirin de, hate nîqaşkirin. Panelê destnîşan kir ku ev yek ji nîşaneyên herî girîng ên sînordarkirina maf û azadiyan e û bandorên wê ji dîwarên zindanan wêdetir diçin.
Di çalakiya bi navê "Zîndana siyasî ya jinan: Mînakên ji cîhana Ereb" de, beşdarên ji Mexrîb, Filistîn û Tûnisê, ezmûn û analîzên xwe parve kirin. Di pêşkêşiyan de hate destnîşankirin ku aliyên siyasî, civakî û psîkolojîk ji bo jinan, di nava hevde çawa derbas dibe.
‘Pirsgirêkên jinan nikarin ji hev cuda bên nirxandin’
Sekretera Giştî ya Nefidê Sanaa Fewzî diyar kir ku hilbijartina vê mijarê rojanebûna wê nîşan dide. Sanaa tekez kir ku têkoşîna ji bo mafên jinan beşek ji têkoşîna ji bo demokrasî û edaleta civakî ye. Sanaa diyar kir ku pirsgirêkên jinan nikarin ji çarçoveyên wan ên siyasî, aborî û civakî cuda werin çareserkirin û got ku têkoşîna ji bo wekheviyê rasterast bi têkoşîna ji bo azadî û rûmetê ve girêdayî ye.
Filistîn: Zindanek ku ji bedenê derbas dibe
Beşdarên ji Filistînê axivîn, bal kişandin ser aliyên girantir ên ezmûna girtinê. Çalakvana siyasî û parêzvana mafên mirovan Mayser Attiyanî diyar kir ku jinên di girtîgehan de bi "tundiya ducarî" re rû bi rû dimînin. Mayser anî ziman ku jinên ducanî û girtiyên zarok ên ku di şert û mercên dijwar de têne girtin, di gihîştina lênihêrîna tenduristiyê de zehmetiyên cidî dikşînin.
‘Jin bi zanebûn hedef tên girtin’
Ji Eniya Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Daqa bal kişand ser bandorên psîkolojîk ên mayînde yên girtinê û got, "Em ji girtîgehê derketin, lê girtîgehan em nehiştine." Ebû Daqa destnîşan kir ku bandorên ezmûna girtinê li ser bîr û laş berdewam dikin.
Mexrîb: Bîr û bandorên civakî
Parêzvana mafên mirovan a Mexrîbî Latîfa Jebbadî, binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di serdema ku wekî "salên guleyan" tê zanîn de bi bîr xist. Latîfa, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê yên jinan di wê demê de jî ji derveyî mirovbûyînê bû. Jebbadi ragihand ku bandorên girtîgehê heta piştî serbestberdanê jî berdewam kirin û hin jin bi reşkirinên civakî re rû bi rû mane.
‘Têgehek kurewî’
Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Mexrîbê Parêzer Suad Brahma, diyar kir ku di salên dawî de şêweyên girtinê guherîne, ne tenê bi nêrînên siyasî ve, di heman demê de bi azadiya derbirînê û xwepêşandanên civakî ve jî girêdayî ne. Wê tekez kir ku ev rewş ne tenê bi veguherînên neteweyî, di heman demê de bi veguherînên herêmî yên berfirehtir ve jî girêdayî ye.
Tûnis: Kontrola li ser laş
Parazvana mafên mirovan a Tûnisî Fîda el-Atmenî da zanîn ku di ezmûnên girtiyên jin de, laş dibe qadeke kontrolê û girtin hem bandorên fîzîkî û hem jî yê psîkolojîk hene. Fîda Atmenî bi parvekirina ezmûna xwe wekî "şahid" got ku bandorên vê pêvajoyê hîn jî berdewam in.
Beşdaran diyar kirin ku her çend şert û merc li her welatê cuda be jî, bandorên girtina siyasî dişibin hev û divê têkoşîn bi tenê şermezarkirinê ve sînordar nebe, divê veguhere hevgirtinek rêxistinkirî û sînor-derbas.