Panela li ser Şoreşa Rojava: Projeya azadiya jinan li Rojava pêk tê

Akademiya Jineolojî û rêxistina Kongreya Star bi serpereştiya Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser online şoreşa jin û pergala Rêveberiya Xweser nîqaşkirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistina Kongreya Star û Amademiya Jineolojiyê, li ser online panelek bi navê “Şoreşa Rojava; Li Bakurê Sûriyeyê cîhaneke alternatîf tê avakirin” li dar xist.

Di panêla ku mijarên Hevpeyana Civakî û modela Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û veguherandina demokratîk a civakê bi riya têkoşîna ji bo jinan hatin destgirtin, gelek nûner û kesayetên ji welat û parzemînên cuda beşdar bûn.

Di destpêka panelê de dîmenek li ser danansîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rola jinan di nav de ku bi zimanê înglîzî hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin. Pişt re endama meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û di heman demê de endama rêxistina Kongreya Star Perwîn Yusif, her wiha endama Akademiya Jineolojyê Zozan Sîma axivîn.

‘Pergala neteweya demoktaîk bû derfeta rizgariyê’

Perwîn Yusif di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha got: “Ev 12 sal in şoreşa me didome ku di dirêjahiya van salan de gelek dost û hevalên me çêbûn. Şoreşa me ya ku bû hêvî û îlhama ji bo azadiya mirovahiyê û Rojhilata Navîn, îro ji aliyê her kesê ve tê meraqkirin. Raperînên ku di 2011’an de li Rojhilata Navn hatin destpêkirin, em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê bûn parçeyek ji wan serhildanan. Bêguman beşdarbûna me ji valahiyekê nehat, gelê Rojavayê Kurdistanê ji 20 salên mayîna Rêber Apo ya li Rojavayê Kurdistanê sûdê girt û xwe birêxistin kir. Me di 2012’an de bi lidarxistina şoreşê, pêşengiya bîrdoziya Rêber Apo kir. Armanca şoreşa me ew e ku, xwe ji qeyd û hişmendiya hêzên desthilatdar rizgar bikin, xwedî li hebûna xwe derkevin. Her wiha me xwest em pergaleke wisa bidin avakirin ku em hemû pêkhate, bawerî û neteweyên li herêmê hembêz bikin. Weke tê zanîn erdîngariya Sûriyeyê xwedî dewlemendiyeke wisa ye ku bi pir rengî û pêkhateyên xwe tê naskirin. Ji ber vê şoreşa me bû hêvî û derfet li pêşiya pêkhateyên din jî vekir ku careke din xwedî li nasname, hebûn û çanda xwe derkevin û ji asîmîlasyona bi salan rizgar bikin.”

‘Me di destpêkê de bawerî da avakirin’

Perwîn Yusif wiha behsa pêvajoyên ku hatin jiyîn kir: “Me bi dirûşma ‘gel daxwaze hilweşandina’ dest bi şoreşa xwe kir, jixwe armanca gelan ji rabûna serhildanan daxwaza guhertin û veguhertinê bû. Me jî ev daxwaz kir armanca xwe ya yekemîn, ji ber vê me dest bi avakirina komîn û meclisan kir. Ew gav ji bo me destpêkirina qonaxeke dîrokî bû lewre me dest bi rêxistinkirina gel kir da ku em bikaribin dijminahiya ku bi hişmendiya netew-deweletê di navbera pêkhateyên li herêmê de hatibû avakirin, ji holê rakin. Ji bo vê jî me di destpêkê de baweriyê di nava civakan de da avakirin ku bîrdoziya me di bingehê de xwe dispêre hêz û vîna civakê. Li hemberî rêxistinbûna di her demê de êrîşên mezin ji aliyê pergalên desthilatdar ve çêbûn. Li hember van êrîşan me komîteyên xwe yên parastina cewherî dan avakirin ku civak bikaribe şoreş û pergala xwe biparêze. Bi taybetî jî tê zanîn hêzên parastinê yên dewletan, li hemberî civakê tên bikaranîn. Lê me xwest em ji vî qalibî derbikevin û ji nav civakê hêzên xwe yên parastinê bidin avakirin.”

‘Êrîşa DAIŞ’ê hewldana tunekirina şoreşê bû’

Perwîn Yusif bi van gotinana behsa êrîşên ku li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin kir: “Me di 2014’an de li sê kantonên li Rojavayê Kurdistanê pergala Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre azadî, demokrasî û parastina ekeolojiyê, damezrandin. Di 21’ê Çileyê de hevpeyamana civakî ya Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî hat îmzekirin ku ev gav ji aliyê civakê de hat hembêzkirin. Di heman salê de hêzên ku dijberiya pergala me kirin, bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ya li ser Kobanê, xwestin pergala û şoreşa me tune bikin. Gelê me ku xwe spart parastina cewherî, dikaribû bibe mertala parastina şoreşê. Serhildana ku li Kobanê dest pê kir di 2019’an de li bajarê Baxozê tacîdar bû ku hişmendiya tarî ya çeteyên DAIŞ’ê bi temamî tune bikin. Ev serkeftina ku bi berxwedanî û baweriya gel pêk hat, bû çavkaniya dengvedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Bi vê gavê re, me jî xwest ku em êdî ji çarçoveya Rojavayê Kurdistanê derkevin û pergala xwe bi herêmên rizgarkirî ji DAIŞ, Rojhilata Navîn û Cîhanê bidin naskirin. Li ser vê bingehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 kantonên ku paradîgmaya neteweya demokratîk bingeh digirin, hatin damezrandin ku ev gav bû bingeha avakirina yektiya gel û civakê.”

‘Em di wekheviya zayendî de bi îsrar in’

Perwîn Yusif der barê hevpeyama civakî ya nû de û bandora wê ya li ser jinan de jî wiha got: “Pergala me li hember pergalên nijadperest, lîbral û desthilatdar dibe alternatîf. Lewre hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û nasnameyên xwe yên resen hevpeymana civakî pejirandin. Çawa ku em daxwaza mafên hemû civakan dikin, di heman demê de em di warê azadiya jinan de jî bi îsarar in. Ji bo vê di kotaya giştî de, wekhevî di navbera herdu zayendanan de heye. Ji bo vê di aliyê erk û misyon de jin xwedî erk û maf in. Avakirina ferdên azad bi van rêbazan pêkan e. Li ser vê bingehê me di Kanûna 2023’an de reng û modela xwe ya dawî erê kir. Hevpeyamana me ya civakî dikaribû baweriya gel bi dest bixe. Lewre em dibînin ku di şert û mercên niha yên êrîşan de, civakê hemû derfetên xwe xistiye seferberiyê û alternatîfan diafirîne. Em ê bi hêz û vîna civakê li dijî êrîşên dewleta tirk têbikoşin û dibin xwedî hêz.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma jî der barê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got: “A niha serhildan û têkoşîna jinan di rojeva cîhanê de ye ku gelek ezmûn hene. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê xwedî têkoşîneke demdirêj in. Me tecrube û têkoşîna jinan a bi sedsalan kom ser hev kirin da ku em encaman jê bigrin. Têkoşîna jinan xwedî milekî gerdûnî û herêmî ye her wiha koletiya jinan jî kevin û dîrokî ye. Ji ber vê rê û rêbazên têkoşîna li hember vê yekê jî divê afirîner û bihêz bin. Di vî warî de pergala kapîtalîzmê têkoşîn û azadiya jinan gelek lîbralîze dike, ji ber vê em şerekî du alî dikin ku li hember kampîtalîzmê û neo lîbralîzîmê têdikoşin. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê jî bi raman û nêrînên Rêber Apo pergaleke nû ji bo jinan ava kir û rêbazên nû yên têkoşînê afirand. Cudabûna me jî di vî warî de ye, me jin kirin navenda şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Şoreşên ku divê pêk werin, pêwîst e azadiya jinan jî bipejirîne. Jixwe ev tecrube û proje niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe didin der ku em dibînin jin pêşengiya şoreşê dikin û xwe di her qadê de birêxistin dikin.”

‘Projeya azadiya jinan li Rojavayê Kurdistanê pêk tê’

Zozan Sîma bal kişand ser destkeftiyên ku jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin kir û got: “Di asta cîhanê de jinan ji bo mafên xwe yên hemwelatî û mirovî xwe birêxistin kirin û weke çîneke bindest  beşdarî serhildanan bûn. Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî jin bi heman armancê beşdar bûn ku têkoşîna mafê xwe yê neteweyî kirin. Piştî salên 90’î êdî jinan ji bo azadî, nasname û hebûna xwe dest bi têkoşînê kirin. Lewre em dibînin ku ji wê demê ve jinên Kurd di hemû warên jiyanê de xwedî rêxistinbûn in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di warê ragihandin û çapemeniyê de, aborî, siyasî, hunerî, çandî û hwd. xwedî rêxistinbûnên xweser in. Lewre şoreşa Rojava bû derfeta pêkanîna projeya azadiya jinan. Bêguman ev destkeftî bi dijwarî pêk hatin, ji ber ku me li dijî makanîzmeyên antî demokratîk têkoşîn kir. A niha jinên ku di saziyan de kar dikin û heta di asta hevseroktiyê de, nûnertiya meclîs û tevgerên jinan dikin. Heta di warê hiqûqî de, dadgeh û qanûnên jin hene. Ji bo ji holêkirina sucên li hember jinan, em weke saziyên jin dicivin û nîqaşên sosyolojî, siyasî û qanûnî didin meşandin da ku em çareseriyan jî pêş bixin.”

‘Di guhertina hişmendiya civakê de em bi îsrar in’

Zozan Sîma bal kişand ser xebatên ku Akademiya Jineolojiyê dide meşandin û got: “Weke Akademiya Jineolojiyê xebatên me girêdayî Tevgera Jinan e jî. Em mijarên, pirsgirêk û nakokiyên sosyolojîk lêkolîn dikin û weke perwerde pêşkêş dikin. Lêkolînên em didin meşandin, ji bo tevger û rêxistinên jinan dibin bingeha meşandina xebateke sosyolojîk. Ji bo me, di nava şoreşê de tundî ji holê rakirin, avakirina malbatên demokratîk û pêkanîna azadiya jinan pîvan e. Em niha xebata guhertina hişmendiyê û paradîgmaya nû didin meşandin. Em vê erkê digrin ser milên xwe ku bênavber civakê bi hemû beşên wê perwerde dikin. Ji dibistanên seretayî û heta qonaxa zanîngehê, waneyên jineolojî tên dayîn. Her wiha di zanîngehê de bi taybetî beşa me tê xwendin. Li aliyekî din pêwendiyên me bi zanîngehên cîhanî re jî hene ku em bi hev re proje û xebatên hevbeş didin meşandin. Dibe ku xebatên em didin meşandin ne têrker bin lewre em jî di pêşxistina rêbazên xwe yên lêkolîn û perwerdeyê de bi îsrar in.”