Panêla jinan didome: Divê kujerên jinan bên darizandin
Panêla jinan ya ji bo darizandina kujerên jinan li Hesekê tê li darxistin, bi xwendina xalên panêlê û nîqaşên beşdaran didome.

Hesekê – Bi dirûşmeya "Li şûna erkdarkirina wan di cihê biryarê de, em daxwaza darizandina kujerên jinan dikin" de, ji aliyê Ofîsa Jin a Yekîtiya Parêzeran, Meclisa Edaleta Jinê û Rêxistina Mafên Mirovan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê li dar xistin, bi xwendina bendên panêlê û nîqaşên beşdarvanan didome.
Di panele de xalên penelê hate xwendin. Xala yekem a bi navê “Têkoşîna jinan li dijî terorîzmê û parastina destkeftiyên xwe” ji aliyê çalakvana civakî Ebla Xelîl ve hate xwendin.
Di vê xalê de bal li ser dîroka têkoşîna jinan û destkeftiyên ku bi dest xistine hat kişandin û ev tişt hate gotin: “Di dîrokê de jin têdikoşin û ji bo azadiya xwe serî hildane. Li dijî vê têkoşînê jî ji aliyê feraseta mêr dewletê ve gelek komkujî pêk hatin, her wiha siyasetmedar û jinên pêşeng jî bûn hedef. Li şûna ku kujerên jinan bên darizandin, ew li cihên biryar dayînê tên erkdar kirin û civakê bi rêve dibin. Bi vê gavê hewl didin ku carek din dîroka koletiya jinan vegerînin. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê divê parastina mafên jinan û civakê bike, ne ku rê bide kujeran ku cihên xwe di rêvebirinê de bigrin.”
‘Jinên Kurd şoreşa Rojava bi rê ve birin’
Xala dûyem ya bi sernavê “Rewşa jinan di nava êrîşên terorîstan, komkujî û kiryarên ku li ser tên meşandin de” ji hêla parêzer Rovand Ebdî ve hate xwendin. Girêdayî vê xalê wiha hat gotin: “Di şoreşa ku li Sûriyeyê rû daye, jinên Sûriyeyê hewl dan bi maf û azadiya xwe tev bigere û li dijî vê ferasetê serî hilde. Bi derketina terorîstan xwestin carek din jinan di çarçoveyek teng de bihêlin. Ew girêdayî mêr bikin. Ti rol û misyon nedin wê. Li beravojî vê yekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jina Kurd şoreşa Rojava hate bi rê ve birin. Di vê şoreşê de gelek siyasetmedar, pêşeng û rêvberên jin derketin û civak bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rê ve birin. Siyasetmedarên wek Havrîn Xelef û Zehra Berkel û bi dehan jinên siyasetmedar ji aliyê zihniyeta mêrsalar ve hatin qetilkirin. Xwestin bi van komkujiyan derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bidin.”
‘Divê zagonên navnetewî pêk bên’
Di çarçoveya vê bendê de parêzera Lubnanî Ferah Ebdullah û Seroka partiya Sosyalîst Mecda Reşwan beşdarî panêlê bûn û bal kişandin ser zagonên navnetewî yên ku qaşo parastina mafên jinan dikin. Lê em dibînin ku li welatên Ereban bi taybet li Sûriyeyê jin rastî tundî û destdirêjiyê hatin. Ev zagon li ser rûyê erdê pêk nayên. Divê ev zagon rasterast pêk bên û parastina mafên jinan bikin.
Her wiha di xala sêyem a bi sernavê “Ji bo pêkanîna edaletê divê zagon û yasayên navnetewî bikevin meriyete” ji aliyê dadmenda Meclisa Edaleta Jinê Bêrîvan Hacî ve hate xwendin.
Di vê xalê de hedefgirtina jinên siyasetmedar û armancên wê hatin xwendin û wiha hate gotin: “Li gor dadgeha navnetewî xwestina hesabên van kujeran hate eşkere kirin. Jinên Sûriyeyê bi gelek kiryar û destdirêjiyê re rûbirû mane û divê hesaba van jinan jî bê xwestin û kujer bên darizandin. Her wiha pêdîvî bi pêkanîna zagonên navnetewî yên derbarê darizandina kujerên jinan de were pêkanîn.”
Her wiha divê xalê de daxwaza darizandina kujerê Hevrîn Xelef di dadgehên navnetewî de hate kirin û ew ji cihên biryardayînê bê dûrxistin.
Di derbar her sê bendan de beşdaran nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Di nava nêrînan de bal li ser hat kişandin ku divê kujerên jinan bên darizandin û ew ji cihê rêvebirinê bên dûr xistin. Her wiha divê ev kujer jî li dadgeha bilind a navnetewî bên darizandin. Ji bo avakirina Sûriyek nû û demokras beşdarên jinan ji cihên biryar dayînê re gelek girînge. Her wiha divê jina sûrî mafên xwe yên siyasî û civakî jî bidest bixin. Her wiha sîstemek wekhev bê avakirin.
Çalakiyên panêlê berdewam in û dê encama panêlê bi daxuyaniyekê dawî bibe.