Oykum Bozday di êrîşa polîsan de giran birîndarbû
Oykum Bozday a ku piştevaniya berxwedana xwendekarên Bogaziçiyê dikir rastî êrîşa polîsan hat û di êrîşê de xwîn rijiya hinavê wê.
Stenbol – Endama Komeleya Ciwanên Şoreşger Oykum Bozbay 1’ê Nîsanê dema piştevaniya berxwedana xwendekarên Bogaziçiyê dikir rastî êrîşa polîsan hat û ji ber derbên giran rakirin nexweşxanê. Di kontrola bijîşkan de hat zanîn ku perasuyên wê hatine perçiqandin û xwîn rijiyaye hinavê wê de. Komeleya Ciwanên Şoreşger li ser hesabê xwe yê mediyaya civakî girêdayî mijarê diyar kir ku Oykum a ku şeva 5’ê Nîsanê rakirin nexweşxanê rewşa wê başe.