Oya Ersoy: Yên li Diyanetê dê ji kar bên girtin?
Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy daxuyaniya "Di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne” ya der barê zarokên ku ewlad tên girtin ya Diyanetê de anî rojeva Meclîsê.
Navenda Nûçeyan – Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy xwest, der barê daxuyaniya Diyanetê ya " Di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîn e” de lêpirsîn bê destpêkirin.
Oya Ersoy a ku ji Alîkarê Serokomar Fuat Oktay pêşnûnameya pirsê pêşkeş kir, bi bîr xist ku Lijneya Bilind a Karûbarên Diyanetê ya girêdayî Rêveberiya Karûbarên Diyanetê di malpera xwe ya înternetê da di bersiva pirsa der barê ewlad girtin da diyar kir ku "Mîna zarokê eslî meyze kirin” ne raste û "di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne”.
Oya Ersoy diyar kir ku daxuyaniya Diyanetê bi awayekî eşkere li dijî Destûra Bingehîn, Qanûna Medenî û peymanên navneteweyî yên mafên zarokan ên ku Tirkiye jî alîgirê û da zanîn di heman demê li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê jî sûc e.
'Divê demildest tedbîr bên girtin’
Oya Ersoy diyar kir ku daxuyaniya Diyanetê êrîşa zayendî ya zarokan asayî dike û rewa dike û da zanîn ku siberoj, ewlekarî û tendurstiya zarokên ku divê di dema felaketan de koma ewil e tên parastin e bi van daxuyaniyan tên tehdîtkirin. Oya Ersoy wiha got: "Divê demil dest der barê saziyekê ku bi budçeya ku ji kamûyê distîne daxuyaniyên jiyana zarokan tehdîd dike û sûcan teşwîq dike, tedbîr bên girtin."
Parlamenterê HDP'ê ji Fuat Oktay ev pirsan pirsî:
“*Der barê vê daxuyaniya li ser malpera Lijneya Bilind a Karûbarên Diyanetê ya girêdayî Rêveberiya Karûbarên Diyanetê hat parve kirin û piştre hat rakirin de, lêpirsîn hat dest pê kirin an en?
* Yên ku ev daxuyaniya êrîşa zayendî ya zarokan rewa dike da, ji kar hatin girtin an ne?
*Endamên Lijneya Bilind a Karûbarên Diyanetê ya girêdayî Rêveberiya Karûbarên Diyanetê yên ev daxuyaniya ku bi awayekî eşkere li dijî Destûra Bingehîn, Qanûna Medenî, Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê, Qanûna Mafên Zarokan, Peymana Lanzarote û Peymanên Navnetewî ya ku Tirkiye alîgirê wê ye dan, ji kar bên girtin an ne?”