OSCE dê hilbijartinan bişopîne
OSCE di rapora xwe ya dawî de diyar kir pêşniyarên ku ji bo hilbijartinên berê li Tirkiyeyê hatine pêkanîn nehatine berçav girtin, ragihand ku dê bibe şopdarê hilbijartinên 14’ê Gulanê bên pêkanîn.
Navenda Nûçeyan – Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê (OSCE) ku Tirkiye beşdarê wê di 5-8’ê kanûna 2022’yan de serdana Tirkiyeyê kir û raporek lêkolîn û nêrîna xwe parve kir.
OSCE serdana wezaretan, Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), partiyan û Platforma Ewlehiya Hilbijartinê (SGP) kir û di raporê de hat diyarkirin ku pêşniyarên berê yên OSCE di guhertina qanûna hilbijartinê ya ku li Meclisê hat qebûlkirin de girîng in.
Di raporê de hatiye gotin ku di hilbijartinên sala 2018’an de ji sedî 12’ê endamên lijneya hilbijartinê ya parêzgehan û navçeyan, ji sedî 24ê endamên komîteyên sindoqan û tenê ji sedî 19’ê serokên sindoqan jin bûn.
OSCE nehat hesibandin
Di raporê de her wiha ji Tirkiye wiha tê rexnekirin:
“*Ji 11 endamên YSK’ê yek jê jin nîne.
*Qanûna bi hejmara 7393’an, ji bo partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên parlementoyê bibin, şert û mercên zexmtir hatin danîn û ji aliyê Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê ve wek zêde û cudaxwaz hate binavkirin.
* Di rêziknameya fînansekirina kampanyayên hilbijartinê de valatiyên cûrbecûr hene.
*Di qanûnê de tu raporên darayî yên navberî an jî raporên aborî yên namzetan beriya hilbijartinan ku berê di nav pêşniyarên OSCE de bû, di wextê xwe de nayê weşandin.
*Tevî pêşniyaên berê yên OSCE, "heqaret" sûc tê hesibandin.
*Di dema kampanyayên hilbijartinê de çapemenî bi qanûnî mecbûr e ku bêalî weşana xwe bike û ji berendaman re wekhevî peyda bike. Her wiha divê li kanalên giştî û taybet de ji reklamên siyasî yên bi pere re destûr bide.
*Qanûna hilbijartinê, derfeta pêwîst ji bo şopandina pêvajoya hilbijartinê ji aliyê welatiyan û çavdêrên navneteweyî ve nade.
*Destûra Bingehîn, rê li ber îtîraza biryarên YSK'ê digire."
Dê hilbijartin bên şopandin
Di raporta OSCE ku pêşniyara avakirina şandeyeke çavdêriya hilbijartinan dike de, ji bo nirxandina hilbijartinên giştî yên sala 2023’an, ku dê piştî hilbijartinan were kirin, tê de tê gotin ku dê ji 350 çavdêrên demkurt were pêşniyar kirin ku proseyên roja hilbijartinê bişopînin. OSCE ji bo hilbijartinên 2023’an bi adila ne bin, bal dikşîne li ser girîngiya rexne û zexta raya giştî.