‘Operasyonên binçavkirinê gefa li dijî ewlehiya hilbijartinê ne’
Jinên ku di saziyên civaka sivîl de dixebitin bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên ku navenda wan Amed bû dan bi gotinên “Em ê dest ji têkoşînê bernedin” bang li hemû beşên civakê kirin ku li dijî kirinên antîdemokratîk berteka xwe nîşan bidin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, der barê 216 kesan de ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ve biryara girtinê hat dayîn û di encama operasyonê de 150 kesên ku di navbera wan de rojnameger, parêzer, siyasetmedar, hunermend û nûnerên civaka sivîl hebûn hatin binçavkirin. Di serdegirtina gelek malan de, dest danîn ser dosyayên parêzeran, ekîpmanên teknîk ên rojnamegeran.
Ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ya Amedê Avukat Suzan Akîpa û endama lijneya rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Rûken Erguneş armanca operasyonên ku navenda wan Amed e nirxandin.
‘Êrîşên bêsînor hatin kirin’
Ji rêveberiya OHD’ê ya Amedê parêzer Sûzan Akîpa bal kişand ser operasyonên ku di serî de Amed li gelek bajaran çêbûn û diyar kir ku gelek kes hatine binçavkirin û operasyonên bêsînor hatine kirin. Sûzan Akîpa got ku divê were zanîn ev operasyon bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve girêdayî ne.
‘Bi çavsorî hewl didin pêvajoyê krîmînalîze bikin’
Sûzan Akîpa diyar kir ku di vê pêvajoya ku çend roj ji hilbijartinê re mane de bi lîstikên bi vî rengî hewl didin pêvajoyê krîmînalîze bikin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê mixabin me berê jî dîtibû ku hilbijartin di rewşeke bi aram û ewlehî de nayên kirin, bi vê operasyonê ev yek dubare bû. Em gelek caran bûne şahidên lîstikên desthilatdariyê. Em dibînin ku hiqûqnas li dijî van lîstikên di pêvajoya hilbijartinê de xwedî rolên girîng in. Ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve, hem hiqûqnas hem jî rojnameger rolên girîng dilîzin. Her wiha bang hatibû kirin ku her kes li ser sindoqan be, biparêze. Tevî hemû êrîşan jî em ê di 14’ê Gulanê de bi hemû parêzvanên mafan re têkoşîna xwe bidomînin. Em ji vê derê bang li hemû jin, ciwan û raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin ku divê em dengê xwe bi hev re derxin.”
‘Dixwazin gel bitirsînin’
Endama lijneya rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Rûken Erguneş jî diyar kir ku li dijî polîtîkayên çewisandinê ew ê bêdeng nemînin û gav paşve navêjin. Rûken Erguneş da zanîn ku ew ê tu pêkanînên andîdemokratîk ên li dijî hilbijartina ku nêz dibe nepejirînin û wiha axivî:
“Ev operasyon nîşan didin ku dê hilbijartin di atmosfereke demokratîk de çênebin. Di serî de li Amedê û li gelek bajaran hemwext avêtin ser gelek malan û bi dehan kes hatin girtin. Em baş dizanin ev operasyon li dijî hilbijartinê hatine lidarxistin. Me hêvî dikir ku di rewşeke bi ewle de em vê hilbijartinê bibînin û ji bo vê xebat dihatin meşandin lê bi binçavkirina bi dehan kesan nîşan dan ku nikarin tehemulê coşa xebatên hilbijartinê bikin. Operasyonên li dijî çapemeniyê ji bo sansurê ne. Em dizanin ku ji bo pêşî li agahiyan were girtin berê xwe dan rojnamegeran. Em weke saziyên civaka sivîl bang dikin ku divê ev operasyon werin rawestandin û em bi awayê demokratîk ber bi hilbijartinê ve biçin. Em bang li hemû beşên civakî dikin û dibêjin ku çi dibe bila bibe bila li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.”