Olcay a bi nexweşiya penceşêrê re têkoşîn dikir jiyana xwe ji dest da
Olcay Senem a li hemberî tacîzê têkoşîn kir û ji sala 2016’an ve li dijî pençeşêrê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Olcay Senem a ku tacîza li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar a Qersê ji aliyê midurê saziyê H.D. ve li hemberî wê pêk hatibû ragihand û piştî tacîzê mobîng jî li Senem kiribûn û hatibû sirgûnkirin bê tirs li hemberî hemû zoriyan têkoşîn kir.
Di sala 2016’an de Senem bi pençeşêra pêsîrê ket û ji wê salê ve li dijî pençeşêrê têdikoşiya. Piştî tedawiya demeke dirêj Senem li dijî pençeşêrê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.