‘Ofîsa Jin ji bo jinên rastî tundiyê tên dibe stargeh’

Cîgira Desteya Jin a Kantona Cizîrê, Huweyda Muhemed behsa kar û xebatên Ofîsa Parastina Jin a Desteya jin kir û got ku Ofîsa Parastina jin ji bo jinên rastî tundiyê tên dibe stargeh.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di nava kar û xebatên Desteya Jin de û li gorî rêziknameyên wê yên bingehîn benda yekem parastina jinan e. Jinên ku tundiya fizîkî li wan tên kirin malên parastinê ji wan re hatine avakirin. Cîgira Desteya Jin a Kantona Cizîrê, Huweyda Muhemed ji ajansa me re behsa kar û xebatên Ofîsa Parastina Jin kir.

‘Malên parastinê ji jinan re hatin avakirin’

Huweyda Muhemed di destpêka axaftina xwe de behsa kar û xebatên ofîsa parastina jin kir û got: "Di civaka me ya niha de piraniya jin rastî gefa kuştin û tundiyê tên. Ji bo ku em wan ji vê hişmendiya mêrperest biparêzin Ofîsa Parastina Jin ya girêdayî Desteya Jin, malên parastinê ji wan re ava kir. Ev mal di sala 2015’an de hatin avakirin. Malên parastinê yên ku hatin avakirin li ser sê qonaxan in, qonaxa yekemîn 72 demjimêran tê de dimînin ya duyemîn sê mehan li wir dimînin heta ku pirsgirêkên wan tên çareserkirin. Qonaxa sêyemîn jî malên ji wan re hatina avakirin in bi taybetî jinên ku gefa kuştinê li wan hatibe kirin û pirsigrêkên wan nayên çareserkirin li wir her dem dimînin."

‘Di malên parastinê de jin perwerdeyê jî dibînin’

Huweyda Muhemed bal kişand ser perwerdeyên ku jin di malên parastinê de dibînin û wiha berdewam kir: "Sîstemên van malan hene ji bo jinên ku li wan bi cih bûne. Ya yekem ew e ku jin bi îradeya xwe biçin wan malan a duyemîn jî ew e ku sîstema malê bi cih bînin. Perwerdeya xwendin, nivîsandin, berhemên destan û fikrî dibînin. Ji bo ku berhemên wan jî derkevin pêş şeşdarî pêşangehên berhemên destan dibin. Li hêleke din jî ji bo ku derûniya wan jinan baş bibe û pirsgirêkên wan sivik bibin navenda me ya Amara ji bo piştgiriya psîkolojîk semîneran dide wan."

‘Li hemû kantonan ji bo malên parastinê werin avakirin nîqaş hatin kirin’

Huweyda Muhemed wiha bi dawî kir: "Destpêkê di mala parastinê bi awayê daîmî 7 jin bi cih bûn û di ya sê mehan de zêdetirî 40 jin diman. Bi riya rêxistinkirina jinan pirsigrêkên wan çareser dibûn û vegeriyan malên xwe. Li hemû kantonan hat nîqaşkirin ku ev malên parastinê di demên pêş de li her kantonê werin avakirin. Li kantona Cizîrî 5 malên parastinê hatin avakirin tevî yên daîmî û yên sê mehan. Ji bo hemû jinên ku gefa kuştinê bi hinceta şerefê li wan tê xwarin em dibêjin malên parastinê ji wan re vekirî ne ji bo ku wan biparêzin û perwerde bikin."