OCHA: Li eyaleta Darfura Sûdanê 143 hezar kes ji cîhê xwe bûnhat koçberkirin

OCHA’yê da zanîn ku li eyaleta Darfurê ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê 143 hezar kes koçber bûne û wiha got: "Sûdan ji ber krîza mirovî ya ku girantir dibe û ji ber tesîra şer û pevçûnan li ser sivîlan her ku diçe ber bi kaosê ve diçe."

Navenda Nûçeyan - Pevçûnên navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lzgîn yên li Sûdanê ku di Nîsana 2023’an de dest pê kiribûn, li piraniya eyaletên Sûdanê dewam dikin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer û pevçûnên li Sûdanê de, ku li cîhanê krîza herî mezin a koçberî û birçîbûnê rû da, zêdetirî 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Sûdana ku nêzî 10 mîlyon mirov lê koçber bûne, zêdetirî 25 mîlyon mirov hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

'Sûdan ber bi kaosê ve diçe'

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) der barê koçkirina ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn rû didin de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: "Sûdan ji ber kirîza mirovî ya xirabtir û bandora hovane ya şer li ser sivîlan li Faşîr û deverên din ber bi kaosê ve diçe.”

'Li Darfurê di 3 mehan de 143 hezar kes koçber bûn'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Feşîra navenda eyaleta Darfura Bakur ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên di 3 mehên dawî de nêzî 143 hezar kes koçber bûne. Hat diyarkirin ku di navbera 1’ê Çile û 30’ê Nîsanê de hevkarên alîkariya mirovî li gelemperiya welêt ji 5,2 milyonî zêdetir kes alîkariya însanî kirine.

Clementine Nkweta-Salami Cîgira Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûdanê û Koordînatora Alîkariya Însanî ya Sûdanê jî êrîşa li dijî Nexweşxaneya Erebistana Siûdî ya li Faşîr û kuştina dermanfiroşekî li nexweşxaneyê şermezar kir û got: "Di vî şerê bê wate de herkesê ku jiyana xwe ji dest dide Sûdanê gavek din ji aştiyê dûr dixe."