NY: Xeza ji bo rojnamevanan cihê herî xeternak e
Raportorê Taybet ê NY’ê, Leopoldo Maldonado Gutierrez ragihand ku Xeza ji bo rojnamevanan bûye qada herî xeternak a cîhanê.
Navenda Nûçeyan- Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Pêşvebirin û Parastina Azadiya Raman û Derbirînê Leopoldo Maldonado Gutierrez, diyar kir ku Xeza ji bo rojnamevanan bûye qada herî xeternak a cîhanê.
Raportor, da zanîn ku ji destpêka êrîşan 7’ê Cotmeha 2023’an ve zêdetirî 200 rojnamevanên Filistînî hatine kuştin. Raportor di daxuyaniya ku daye Kanala Nûçeyan a Qahîreyê de got ku Îsraîl rê li ber rojnamevanên biyanî digre, nahêle ku bigihîjin xaka Filistînî û xebatên NY’yê yên ji bo belgekirina bûyeran û berhevkirina delîlan li Xezeyê asteng dike.
Leopoldo Maldonado Gutierrez destnîşan kir ku Îsraîl rê li ber rojnamevanan digre nahêle bûyerên li Filistînê belge bikin û agahiyan berhev bikin. Her wiha anî ziman ku ji ber kêmaniya hewldanên belgekirinê yên heyî û binpêkirinên berdewam, xwest mekanîzmayên mafên mirovan ên NY werin aktîfkirin.