NY: Tundîtûjiya beramberî jinê di astek metirsîdar deye

NY, di raporeke xwe de amaje bi metirsîdarbûna asta tundîtûjiya beramberî jinan a li Tirkiyê kir û bang li Tirkiyeyê kir ku demildest li Peymana Stenbolê vegere.

Navenda Nûçeyan- Rûniştinên Mafên Mirovan a 53’emîn ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li Avahiya NY’yê ya li Cenevreyê berdewam dike. Di çarçoveya rûniştinan de, Raportor Reem Alsalem, têkildarê tundiya li beramberî  jinan û zarokên keç ên li Tirkiyeyê raporek weşand.

‘Daxuyaniyên meqamên fermî tundî zêde kir’

Di raporê de bi awayek berfireh bal hat kişandin ku asta zêdebûna tundîtûjiya beramberî jinê li Tirkiye û li Tirkiyeyê hem di warê taybet hem jî di yê giştî de tundiya li jinan tê kirin berdewam e û hat diyarkirin ku ji 10 jinan 4 jê tundî li wan dibe. Di raporê de daxuyaniyên meqamên fermî der barê nasnameya jinan de dayîn hate rexne kirin ku bi daxuyaniyan re tundîtûjî zêdetir bûye.

Di 10 salan de herî kêm 3 hezar û 175 jin hatin qetilkirin

Di raporê de hate gotin ku li gor çavkaniyên hikumetê di navbera salên 2010-2020’an de li Tirkiye herî kêm 3 hezar 175 jin hatin qetilkirin û wiha hate gotin:

“Ev hejmar ji ya sala 2021’ê 300 car zêde ye. Rêjeya rastîn a kuştina jinan gelek zêdetir e. Bi awayek baş parastina jinên mexdûrên tundiyê ne, nayê kirin. Rêjeya mirina bi guman a jin û zarokên keç û kişandina ber bi xwekuştinê ve metirsîdar e. Li Tirkiye tundiya di nava malê de belav dibe. Li gor daneyên hatine peydekirin, li Tirkiyeyê  di sala 2016’an de 162 hezar û 110 bûyer tomarkirin, ev hêjmar di sala 2021’an de gihaye 268 hezar 817’an. Li gor daneyên hatine girtin li Tirkiye ji sedan 12’ê jinên mehrkirî, di her çaxek jiyana xwe de, ji sedî 5 jî sala 2014’an rastî tundîtûjiyê tên.”

‘Tundî di qadên siyaset û civakî de’

Di raporê de bal hat kişandin ku di siyasetê de tundîtûjiya beramberî jinê û hat bibîrxistin ku hêjmara jinan di siyaset û jiyana civakê de ji ber cihêkariyê bi metirsiya tacîz û tundîtûjiyê re rû bi rûye û  di kabîneya Serokkomariyê de bi tenê jinek heye.

‘Zewicandina zarokan bi dilê dewletê ye’

Di raporê de her wiha hat gotin ku zewicandina zarokan bi dilê dewletê ye û zêdeyî ji sedî 26’ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin.

 ‘Jin bi gefa mirin û tacîzê re rû bi rûne’

Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên Kurd, penaber û koçber, jinên astengdar, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel di bin rîska rûbirûbûna tundiyê de ne.

 ‘Bila Tirkiye demildest li Peyman Stenbolê vegere’

Di raporê de, Raportorê Taybet Reem Alsalem destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest li Peymana Stenbolê vegere û bal kişande ser wê yekê ku divê dev ji pêkanîna qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li dijî jinên mafparêz bê berdan da ku bikarin xebatên xwe yên rewa bi serbestî bikin.