NY: Rêjeya beşdarbûna jinan di hilbijartinên Iraqê de cesaretê dide
Nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jenin Blaskharat piştrast kir ku rêjeya beşdarbûna jinan di hilbijartinên li pêş ên Iraqê de cesaretê dide.
Navenda Nûçeyan – Bi nêzikbûna 10'ê Cotmeha 2021'ê ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Iraqê hatiye destnîşankirin, di 11'ê Îlonê de di konferansa li dijî şîdeta li ser jinan nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jenin Blaskharat di axaftina xwe de piştrast kir ku rêjeya beşdarbûna jinan di hilbijartinên dahatû yên Iraqê de cesaretê dide û destnîşan kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya jinên beşdarî pêvajoya siyasî bibin divê gelek tişt bên kirin.
Her wiha destnîşan kir ku ev hejmar ji bo beşdarbûna jinan di hilbijartinan de asteke teşwîqker nîşan dide ku ji sedî 30 ji hilbijêran temsîl dike, vê jî di asta biryardayînê de hevsengiyek pêk aniye.
Jenin blaskharat da xuyakirin ku tundî gelek pirsgirêkên veşartî digire û her wiha tehdîdên neyînî yên li ser cudakariya civakî jinan lawaz dike. Di heman demê de wê li gotinên xwe zêde kir ku pandemiya coronayê şîdeta li ser jinan girantir kiriye.
Hêjaye gotinê ye ku piştî xwepêşandanên Cotmeha 2019'an qanûneke nû ya hilbijartinê li Iraqa di 24'ê Kanûna 2014'an de hat pejirandin ku hilbijartinên parlamentoyê bi rêxistin bike ev bi dabeşkirina welat li 83 deverên hilbijartinê li gorî hejmara kursiyên kotayê ji bo jinên meclisa El- Newab pêk tê. Ew bi 322 hevserokan tê temsîlkirin ango ji sedî 25 ji kursiyên parlamentoyê ku hejmara wan 329 ji jinan pêk tê.