NY: Li Xezayê pêdivî bi agirbesteke mirovî heye

Pevguhertina girtiyan bi agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de ku 2 rojên din hat dirêjkirin berdewam dike. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destnîşan kir ku divê li Xezayê "agirbesteke mirovî" bê ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Hamasê di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan de 10 mehkûmên Îsraîlî yên li Zîvala Xezayê ya dorpêçkirî radestî rayedarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kirin. Îsraîlê jî 15 jê zarok û 15 jin bi giştî 30 Filistînî serbest berdan. Kesên ku hatin berdan, bi otobusa Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) gihîştin bajarokê Beitunia, li rojavayê bajarê Ramallahê yê Şerîaya Rojava.

61 Îsraîlî û 180 Filistînî serbest hatin berdan

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecid El Ensarî li ser platforma medyaya dijîtal der barê peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de daxuyanî da. Mecîd Eş Ensarî diyar kir ku 10 girtiyên Îsraîlî yên li Xezayê radestî rayedarên Xaça Sor hatin kirin da ku vegerin welatê wan. Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê piştrast kir ku 12 dîl, 10 Îsraîlî û 2 welatiyên biyanî radestî Xaça Sor hatine kirin.

Di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hemasê de, 61 girtiyên Îsraîlî ku yek ji wan mêr û yên din jin û zarok bûn, ji Zîvala Xezayê hatin berdan û 180 jin û zarokên Filistînî yên ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.

Lîsteya girtiyên Îsraîlî hatin girtin

Di nûçeya di rojnameya Hareetz de hat weşandin de hat diyarkirin ku ofîsa Serokwezîr Binyamin Netanyahu ragihand ku lîsteya girtiyên li Xezayê yên ku dê îro bên berdan, girtine. Rojnameya Yedioth Ahronoth jî cih da daxuyaniya ofîsa Binyamin Netanyahu ya "Lîste tê lêkolînkirin. Niha ji malbatan re teblîxat hatin şandin."

NY: Navbera mirovî pirsgirêkan çareser nake

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Yekitiya Afrîkayê (YE) di konferanseke çapemeniyê de serokê Komîsyonê Moussa Faki Mahamat axivî. Antonio Guterres, diyar kir ku divê li Xezayê "agirbesta mirovî" bê ragihandin û got: "Agirbesta mirovî gaveke rast bû. Sembola hêviyê bû lê pirsgirêkên sereke yên ku em pê re rû bi rû ne çareser nake."

'Pêdiviya me bi agirbesteke mirovî heye'

Antonio Guterres diyar kir ku ew teqezî li ser "agirbesteke mirovî" dikin ku dê azadkirina bê merc û bi lez a girtiyan û gihandina bilez a alîkariyên mirovî ji xelkê Xezayê re misoger bike. Antonio Guterres ji hikûmeta Îsraîlê re peyam şand û diyar kir ku piştî "rawestana mirovî" bi dawî bibe ew ê dîsa dest bi êrîşan bikin û got: "Peyama min gelekî zelal e. Pêwîstiya me bi agirbesteke mirovî heye.”

Li Rojavayê Şerîa kampa koçberan û nexweşxane hatin dorpêçkirin

Li aliyêk din di ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi buldozeran ketiye gelek deverên bajarê Cenînê ku dikeve aliyê Rojavayê Şerîa û avêtine ser gelek taxan, sekvanên xwe li ser banên avahiyên bilind bi cih kirine û ji çar aliyan ve kampa koçberan a Cenînê dorpêç kirine. Di nûçeya navborî de hat destnîşankirin ku hêzên artêşê 2 ciwanên ku heta niha nasnameya wan ne diyar e, bi wesayîdeke ku li ber deriyê lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê bi cih kiribûn binçav kirin û bi buldozeran binesazî û milkên wan îmha kirine.

Di nûçeya televizyona dewletê ya Filistînê de hat diyarkirin ku zêdetirî sed maşîneyên leşkerî yên Îsraîlê û 7 buldozeran êrîşî bajarê Cenîn û Kampa koçberan a Cenînê kirine û Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê, Nexweşxaneya Îbnî Sîna û Nexweşxaneya Er-Razî jî hatine dorpêçkirin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku di dema serdegirtinê de artêşa Îsraîlê Filistîniyên ku wan weke "lêpirsîn" bi nav kiribûn hedef girtin û ger kesê lê digeriyan bibînin, bav, dayik an jî yek ji xizmên wan binçav kirin.

Agirbest 2 roj hatibû dirêjkirin

Agirbesta 4 rojî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de di 24’ê Mijdarê de ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de di nava 4 rojan de lihevkirinek hat kirin ku 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de berdêla 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de ne bên berdan. Wezareta Karên Derve ya Qeterê roja borî ragihandibû ku di encama xebatên navbeynkariyê yên di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbesta demkî 2 rojên din hat dirêjkirin.

Îsraîlê ragihand ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de 310 jê leşker hezar û 200 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûne. Hikumeta Xezayê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de kesên jiyana xwe ji dest dan, ji 6 hezar û 150 zêdetir zarok û ji 4 hezarî zêdetir jin 15 hezarî derbas kir.