NY: Li Suweydayê nêzî 93 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Neteweyên Yekbûyî, der barê êrîşên li dijî Suweydayê ya gelê Durzî lê dijîn de, raporek weşand. Danayên di raporê de, asta êrîşan radixe berçavan.

Navenda Nûçeyan – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), piştî pevçûnan li bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê ya zêdetirê nifûsa Durzî lê dijîn, der barê rewşa mirovî ya li herêmê raporek weşand.
UNHCR’ê amaje bi daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) kir û bi bîr xist ku ji 13’ê Tîrmehê vir ve sivîl jî di nav de herî kêm 1 hezar 120 kes jiyana xwe ji dest dane û têkildarî rewşa heyî van agahiyan parvekir:
"Qutbûna elektrîkê, înternet û girêdanên mobîl û astengiyên cidî yên peydakirina avê û xizmetên tenduristiyê pirsgirêkên bingehîn in û ev rewşa didome. Girtina bazar û cihê bazaran, zirar dayîna dikanan û talankirina wan, di serî de xurak gihîştina pêdiviyên bingehîn asteng dike û bêewlehiya xurakê hîn bêtir kûr dike."
Di raporê de hat destnîşankirin ku Nexweşxaneya Neteweyî ya Suweydayê tijî ye, kêmasiya personel û pêdiviyên bijîşkî hene, û her weha av, elektrîk û sotemenî ji bo jeneratoran nayê peydakirin. Hate diyarkirin ku ji ber qerebalixiya nexweşan korîdorên nexweşxaneyê tijî bûne, morg ji kapasîteya xwe zêdetir bûye û bi sedan cenaze, di nav de jin, zarok û kal û pîr jî hene, li wir tên ragirtin.
Herî kêm 92 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
UNHCR’ê destnîşankirina ku mirov bi hêviya gihîştina cihê ewletir ango şert û mercên jiyanê yên çêtir bi berdewamî cih diguherin. UNHCRê ragihand ku heta 20ê Tîrmehê, herî kêm 92 hezar 600 kes ji cih û warên xwe bûne: Ji wan 51 hezar 300 li nava Siwêdayê, 40 hezar 350 kes ji Siwêdayê ber bi Derayê û 950 kes jî koçberî bejahiya Şamê bûne.
UNHCR’yê ragihand ku Heyva Sor a Ereb ya Sûriyeyê, bi hevrêziya rayedaran, dest bi derxistina malbatên bedewî ji Suweydayê ber bi Derayê bi rêya korîdorên ewle kiriye.
UNHCR’ê her wiha ragihand ku navenda civakî ya li Suweydayê ji ber pevçûnan zirareke piçûk dîtiye û hatiye talankirin, ji ber vê yekê hemû çalakî demkî hatine rawestandin. Tîmên meydanî jî bi hevrêziya rêxistinên mirovî û rayedarên fermî çalakiyên xwe yên çavdêriyê didomînin.