NY: Li Sûriyê 8,8 milyon kes mexdûrên erdhejê ne

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber erdhejên ku navenda wê Mereş e li Sûriyeyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji ber karesata erdheja 6’ê Sibatê li Sûriyeyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne. Alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Nejat Roçdî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê twitterê de amaje bi wê yekê kir ku piraniya van kesan pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye û got, "NY bi biryar e ku ji bo hemû gelê Sûriyeyê alîkariyê zêdetir bike."

'Ji ber komên çekdar nekarîn alîakriyê bikin’

Kordînatorê Rewşa Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths di serdana xwe ya herêmê de ragihand ku NY nikare alîkariya mexdûrên li herêmên ku komên çekdar lê bi bandor in, bike. Çavdêrên mafên mirovan her wiha destnîşan kirin ku NY rastî astengiyên burokratîk hat û ji seyareyên mezin wêdetir alîkarî dikare zûtir bi wesayîtên piçûktir bigihêje, ji ber rêyên dijwar ên herêma şer.

Hat ragihandin ku zêdetirî 140 kamyonên ku alîkariyên Neteweyên Yekbûyî hildigirin bi rêya Tirkiyeyê ber bi herêmên ku di bin kontrola serhildayan de hatine şandin ku zêdeyî 9 hezar avahî bi temamî yan jî qismî wêran bûne. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li herêmên erdhejzedeyan pêdiviya herî lezgîn kon in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Sibatê de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û tê de daxwaza vekirina Deriyê Til Koçer û sivikkirina barê aborî û mirovî ya li ser Sûriyê kir.