NY: Ji sedî 40’ê kesên ku li Xezayê hatine kuştin zarok in
Raportora Taybet a Filistînê ya NY’ê, diyar kir ji sedî 40’ê kesên ku di bombebarana li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane zarok in.
Navenda Nûçeyan - Raportora Taybet a Filistînê ya NYê Francesca Albaneseyê, li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê der barê rapora ku têkildarî zarokên Filistînî pêşkêşî Lijneya Giştî kir de, agahî da rojnamevanan. Francesca Albanese wiha axivî: "Bombebarana bênavbera yê hezên Îsrailê ya li ser Xezayê ji niha vê, bû sedema mirina 5 hezar û 700 kesan ku tê texmînkirin 5 qat zêdetir (ji windahiyên Îsraîlê) û ji sedî 40’ê wan zarok bûn. Gelo em di ferqê de çi diqewim e? 15 hezar jî bi giranî birîndar hene.”
'1,6 mîlyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn'
Francesca Albanese dest nîşan kir ji 7’ê Cotmehê ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de ji nû ve dest pê kir vir ve, li Xezayê 1,6 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn û bal kişand ev kesan nikarin xwe bigihînin av, xwarin, ceyran û dermanan.
'Travma û wêranî nikare bê pênase kirin’
Francesca Albanese wiha got: "'Travma û wêranî nikare bê pênase kirin. Dojeha ku gelê Xezayê niha dijî, ji bo me hemûyan, li ser hemû welatên endamên NY’ê û bi taybetî ji bo yên ku xwedî hêza sekînandina vê yekê ne û pêşî li vê yekê nagrin lekeyek e.” Francesca Albanese bal kişand ser bomberdûmana duh a ji aliyê Îsraîlê ve hat pekanîn û da zanîn gelê Filistînê di dîroka xwe de yek ji rojên herî kujer dijî. Francesca Albanese wiha axivî: “Zarokek ji Rafayê vê sibehê ji min re got şeva borî şeva herî xirab a jiyana wî/wê bû û got li herêma ew li dijî bi sedan kes hatine qetilkirin.”
'Rapora min bal kişand ser kesên li paş xwe mane'
Francesca Albanese ya got, "Ez tundiya ku Îsraîlê li dijî gelê Xezayê daye destpêkirin şermezar dikim” û da zanîn ku ji ber tiştên Hamas û hezên din dikin, cezakirina hemû Filîstiniyên herêmê “li dijî hiqûqê” ye. Francesca Albanese wiha axivî: “Rapora min balkişand li ser dagirkeriya metinger a niştecihên Îsraîlê ye, dê bi nifşan bandora li ser zarokan li axên Filistînê yên di bin dagirkeriyê de û jiyankirina bi awayekî ewlehî û rûmetê bêpar dihêl e.”
'Hezar û 534 zarokên Filistînî hatin qetilkirin, 13 hezar zarok hatin girtin'
Francesca Albanese diyar kir ji sala 2008’an heta 72ê cotmehê hezar û 534 zarokên Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de hatine qetilkirin û 32 hezar û 175 zarokên Filistînî jî birîndar bûne. Di heman demê de 25 zarokên Îsraîlî jî di encama êrîşên dijber de hatine qetilkirin û 524 jî birîndar bûne. Francesca Albanese herwiha diyar kir ku " Hi sala 2000’an vir ve 13 hezar zarokên Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin, lêpirsîn û bi awayekî hovane hatine binçavkirin." Francesca Albanese da zanîn zarokên Fîlîstînî jê dipirsine: "Çima em hîn kemtir mirov in? Ma em kêmtir bi qîmet in?" û wiha got:
"Di rojên borî de serpelek Îsraîlî yê dagirkeriyê, diyar kir hejmara zarokên Filistînî yên di encama operasyonên ji bo hole rakirina terorîstan de bi tesadûfî jiyana xwe ji dest didin, ne girîng e. Her wiha divê em daxuyaniyek wî yê ku zarok û dayik û bavên Filistînî wek terorîst pênase dike û îdia kir li Îsrailê mertalên zindî gelek zêde tên ditîn jî, bi bîr binin.”