NY ji bo berdana jinên xebatkar ên komaleyê bang li Îranê kir

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku ji hikûmeta Îranê re nameyek şand û banga berdana girtiyên ku di komeleyên jinan de xebat dimeşînin kir.

Navenda Nûçeyan - Ji serhildana gel a ku piştî di 16’ê Îlonê de qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir re ji gelek derdoran piştgirî tê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê jî di 23’ê Îlonê de ji hikûmeta Îranê re nameyek şand û xwest endamên girtiyên Komeleya Bangewazî ya Jinan bên berdan.

Banga berdana jinan

Di nameyê de bal hat kişandin ser xebatên çalakvanên komeleyê ku Akram Nasiriyan, Maryam Mihemedî, Nahîd Shaghaghi û Esrîn Derkale jî di nav de jî di Komeleya Bangewazî ya Jinan Îranê de cih digrin. Di nameyê de hat diyarkirin ku komele li ser hicabêya neçarî, ji mexdûrên felaketên xwezayî re alîkarî û bi hêzkirina jinan de xebatan dimeşîne, zextên di serhildanan de û astengkirina parêzeran a ji bo kesên hatine binaçavkirin jî şermezar hat şermezar kirin. Her wiha di nameyê de bertek nîşanî darvekirin û cezayê darvekirinê jî hat dayîn.

Di nameyê de banga berdana çalakvan û jinên ku di komeleyên jinan de xebat dimeşînin û ji ber van xebatan hatine girtin, hat kirin.