NY: Di êrîşên dewleta Tirk de sivil zirarê dibînin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk de sivil zirarê dibînin, da zanîn ku çalakiyên tundiyê yên li Sûriyeyê ku dema dawî zêde bûne û banga bicihanîna hiqûqa navnetewî li aliyan kir.

Navenda Nûçeyan – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr O Pedersen bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî çalakiyên tundiyê yên li Sûriyeyê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek weşand. Da zanîn ku dewleta Tirk ku çalakiya li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê ku 1’ê Cotmehê hat lidarxistin hêcet nîşan daye êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye berfireh kiriye.

Geir O. Pedersen bal kişand ku dewleta Tirk di êrişan de zirarek mezin dide binesaziya sivîlan û got: “Raporên bi fikar hene ku ev êriş rê li ber windahiyên sivilan vedike hene.”

Banga hişyariyê li hemû aliyan kir

Geir O. Pedersen diyar kir ku êrişên ji nû ve destpê kirine li dijî biryarên Sûriyeyê yên bi hejmara 2254’an ên sala 2015’an ên Konseya Ewropayê ye û got, “Ev şer di heman demê de li pêşiya têkoşîna li dijî terorîzmê astengî ye.”

Geir O. Pedersen berpirsyariyên aliyan ên hiqûqa navneteweyî bi bîr xist û xwest ku dawî li êrişên li ser sivîlan û cih û warê sivîlan bê anîn.