NY: Di 2024’an de li Somaliyê dê 6,9 mîlyon mirov hewceyê alîkariyê bin

NY’ê, di rapora xwe ya dawî ya derbarê Somaliyê de, ragihand ku dê 6,9 mîlyon mirov hewceyê alîkariyên mirovî bin.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Somaliyê de raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin tevî zêdebûna xebatên alîkariyên mirovî û bandorên erênî yên kêmkirina bandorên hişkesalî jî, di sala 2024’an de ji ber hişkesalî, lehî û pevçûnan dê 6,9 mîlyon mirov hewceyê alîkariyê bin. Di raporê de hat destnîşankirin ji bo xebatên pêwîst bên kirin, pêwîstî 1,7 milyar dolar heye.

Jin û zarok ji cih û warên xwe bûn

Di rapora ku hate bibîrxistin li Somaliyê 4 milyon kes ji cih û warên xwe bû, hat destnîşankirin ji sedî 80’ê wan jin û zarok in. Her wiha hate parvekirin ku NY’ê û rêxistinên din ên alîkariyê yên navneteweyî heta Îlona îsal ji bo 8,4 milyon mirovan alîkarî gihandin e. Ji aliyê din, hate eşkerekirin tenê ji sedî 8’ê kesên ji cih û warên xwe bûne, cihekî guncav a stargehbûnê peyda kirine.

Li Somaliyê ku bi hişkesalî re têdikoşe, baranên tund û lehiyên herî dawî qewimîn, bûn sedema koçberbûna 650 hezar kesan.