NY: Îsal li Yemenê 158 hezar kes ji lehiyê bandor bûn

Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya Yemenê ragihand ku tenê îsal li Yemenê ji ber lehiyê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî birîndar bûne û bi giştî 158 hezar kes ji lehiyê bandor bûne.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê lehiya ku di sala 2024’an de li Yemenê rû dabû daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ji serê sala 2024’an heta 28’ê Tîrmehê ji ber lehiya ku li Yemenê ji ber barana zêde derketî zêdeyî 158 hezar kesî mexdûr bûne. Hat parvekirin ku di vê heyamê de li Yemenê ji ber lehiyê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku saziyên alîkariyê yên însanî hewl didin li seranserê welêt bersivê bidin hewcedariyên komên herî mexdûr.

Zêdeyî 75 hezar kes koçber bûn

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku ji serê sala 2024’an vir ve zêdeyî 75 hezar û 600 kes li Yemenê ji cih û warên xwe bûne. Ji bilî lehiyê, gurbûna nakokiyan di navbera artêşa hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de jî faktoreke girîng bû di koçberiyê de.