Nuray Ozdogan: Divê sûcên îşkence yên li herêma erdhejê bên lêpirsîn kirin
Nuray Ozdogan a HDP'yî diyar kir der barê îşkenceya li herêma erdhejê bi îdiaya “talankirinê” derketiyê holê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û wiha got: "Sûcên îşkenceyê bi gotinên kesên di hikûmetê de hat tetîkkirin û belavkirin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Di du erdhejên mezin ên di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereşê pêk hatin de, li 11 bajar hilweşandinek mezin qewimî. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirin, alîkarî di wextê xwe de nehatin gihandin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn, xebatên rakirina xirabeyan dest pê kir.
Bertekên li dijî dereng çûyina dewletê ya herêma erdhejê didomîn, îdiayên "talankirinê” hatin rojevê! Piştre dîmenên mirovên ku hêzên ewlehiyê li herêma îşkence dikin li pey hev derketin holê.
Daxuyaniyên wezîran bi hevdu re hevnegirtî ye
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag diyar kir ku li herêma erdhejê di 75 bûyerên talankirinê de der barê 64 gumanbar de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji wan 57 kes jî hatin girtin, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî di daxuyanî ya 13’ê Sibatê de li Mereşê dabû de wiha got: "Yekanê pirsgirêka ewlehiyê ku em di vê pêvajoya ku em karesata erdhejê ya Mereşê birêve dibin de ne talankirine, derew e. Suleyman Soylu, diyar kir ku ji bo vê herêmê ewlekariya misoger bike ji bilî 80 hezar kesî 5 hezar nobedar şandine û da zanîn ku nobedar tevahiya şevê li kolan bigerin.
Li herêma erdhejê di binçavkirinê de mirina bi îşkenceyê
Bi hezaran mirov di binê xirabeyan de benda rizgarkirinê ye, bi îdiayên “talanê” mirovan anîn pêşberî hev. Birayên Yûsûf û Mehmet ên li navçeya Antakya ya Hatayê di dermanxaneya ku ji ber pêdiviyên dermanê yên malbata xwe ketine de di encama belavkirina talankerên de hatin derbkirin. Li Gundê Bûyûkburç a navçeya Altinozû ya Hatayê jî Ahmet Gureşçî ku di 11'ê Sibatê de bi birayê xwe re hat binçavkirin, li Qereqola Cendirmeyan a Altinozûyê hat derbkirin. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihand ku Ahmet Gureşçî di binçavkirinê de bi îşkenceyê hat qetilkirin. Parêzeran têkildarî bûyerên îşkenceyê yên li herêmê gilî kirin. ÇHD'ê parve kir ku kes û komên bi unîforma û çekdar ên ku tê texmîn kirin yekîneyên tevgera taybet ên girêdayî Wezareta Karên Hundir in, li Hatayê bi wesayîtên bê plaqe digerin.
HDP’ê der barê bûyerên îşkenceyê de gilî kir
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzvanên partiyê jî der barê lînc, êrîş û îşkenceyên li herêma erdhejê de gilî kir. Di giliyê de hat xwestin ku Wezîrê Karên Hundir, Walî, alîkarên walî, midurên polîsan, peywîrdarên cemaweriyê yên îşkence û lînc kirine û kesên ne peywîrdarên cemaweriyê yên îşkence û lînc kirine an jî kirine de lêpirsîn bê vekirin.
Di giliyê de dîmenên sûc tevî delîlan cih digirt, hat xwestin ku der barê kesên eleqedar de bi sûcên “sûcê îşkenceyê” , “sûcê eziyetê”, “peywîra xwe baş bikarneanîn”, “bizanebûn birîndarkirin” , “heqaret” , “kes ji azadiya wî bêpar hatiye hiştin” serlêdana bê destpêkirin.
Têkildarî bûyerên îşkenceyê lêpirsîn nehat destpêkirin
HDP'ê her wiha li navçeya Îskenderûn a Hatayê der barê 10 kesên ku Rêveberê HDP'ê yê Îskenderûnê Ridvan Atman jî di nav de hatine îşkencekirin de gilî kir. Di giliyê de hat xwestin ku der barê Walîtiya Hatayê û Midûrê Emniyetê, Midûrê Emniyeta Navçeya Îskenderûnê û peywîrdarên cemaweriyê yên ku tê diyar kirin îşkenceyê kirine de, ji ber pêkanîna sûcê îşkenceyê lêpirsîn bê destpêkirin. Lê der barê bûyerên îşkenceyê de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin.
'Dewlet tu mekanîzmayên xwe nexist tevgerê’
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nuray Ozdogan têkildarî bûyerên ku ji roja ewil a erdhejê vir ve li herêmên erdhejê pêşdikeve an jî tê xwestin bên pêşxistin, ji ajansa me re axivî. Nuray Ozdogan bi bîr xist ku ev ne cara ewil e ku Tirkiye erdhej dijî û destnîşan kir ku di vî warî de hem ji aliyê avahî û hem jî piştî erdhejê ve gelek derfet û mekanîzmayên welat hene.
Nuray Ozdogan dest nîşan kir ku ev hemû derfet nayên bikaranîn û wiha axivî: “Mesele ev e. Ji vê felaketa mezin re du sê rojên ewil bi tu awayî hewldan nehat dayîn. Tu mekanîzmayên dewletê neket nava tevgerê. Piştre hêdî hêdî dest pê çûyina herêmê kirin. Dewlet leşkerên di destê xwe de, hemû derfetên di destê leşkeran de, hemû derfetên di destê kes an jî saziyên taybet de bi kar neanî. Halbûkî rayeya wî hebû ku alavên kar, makîneyên rizgarkirinê, her cure malzemeyên alîkariyê bigre û bi awayekî lez derbasî herêmê bike. Lê belê dewletê hêza di destê xwe de bikar neanî. Ji bo hêsankirina vê pêvajoyê û ji bo mirovan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tercîh nekir.”
‘Şerd û mercên OHAL’ê tune bû'
Nuray Ozdogan bal kişand ku encamên karesatê mezin in û wiha got: "Di rastiyê de sedema avabûnê parastina ewlehiya can û malê mirovan bû jî, berovajî vê yekê mirovan di bin xirbeyan de bi qîrînê jiyana xwe ji dest dan.” Nuray Ozdogan, da zanîn mirovan cenazeyên xwe digerin û diyar kir ku pêvajoya tê jiyîn di mirovan de bûye şikestin û hêrseke mezin ava kir. Nuray Ozdogan, anî ziman ku di nava van hemû bûyeran de hikûmetê OHAL’ê ragihand û wiha got: “Şert û mercên ragihandina OHAL’ê tunebû. Helbet divê seferberiyek hebûya, lê divê ev seferberî ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyê bû bûya. OHAL’ê rayeyek ku bi tevahî ji bo pêkanîna polîtîkayên ewlehiyê tê bikar anîn e. Hikûmetê nûçeyên talankirinê weke hincet nîşan da. Wezîrê Dadê ewil hejmar eşkere kir. Tişta ku ji bo OHAL’ê hincet dihat nîşan dan piştî 4 rojan hat redkirin.”
'Dewlet tundiya ku herî baş dizane xist meriyetê’
Nuray Ozdogan, bal kişand ser dîmenên talan û îşkenceyê û da zanîn ku ew difikirin ev dîmen bi zanebûn hatine pêşkêş kirin. Nuray Ozdogan diyar kir ku dixwazin demsalek tirsê biafirînin û wiha axivî: “Ji ber ku li şûna di felaketeke wiha mezin de mirovan rizgar bikin, xwestin hêrsa ku dê derkeve holê bitepisînin. Ev yek di mekanîzmayên dewletê de wek tundî nîşan dibe. Tişta ku heya niha vê hikûmetê kiriye, bi bikaranîna amûrên tundiyê vê welatî birêve bibe. Dewlet tiştê ku herî baş dizane kir û tundiyê dîsa xist meriyetê.”
'Bi komên paramîlîter re demsala tirsê hat afirandin'
Nuray Ozdogan da zanîn ku bi rêya hin komên paramîlîter demsala tirsê tê afirandin û dest nîşan kir ku pir zêde nûçeyên îşkenceyê tên belavkirin û wiha got: “Em bi giştî difikirin ku ev sûcên îşkenceyê bi gotinên desthilatdaran tên tetîk kirin û belav dibe. Me der barê vê yekê de, hem li dijî rayedaran û hem jî li dijî sûcdaran gilî kir, lê heta niha me nedît ku li ser vê mijarê dozgerî dikeve nava tevgere. Herî dawî li Hatayê kesek di dibin çavan de di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Raporên wî hatin, îdiayên malbatê û kesên din ên hatin binçavkirin jî hene. Rastî lêdan û îşkenceyên giran tê û piştre jî agahiya mirina wî tê. Di vî warî de hem saziyên hiqûqî hem jî em û parêzerên me tevlî pêvajoyê bûn.”
'Demsala tirsê li ser penaberan hat kirin’
Nuray Ozdogan, anî ziman ku bi zanebûn hewl tê dayîn tirs bê avakirin û ev yek bi taybetî jî li ser penaberan ku koma herî mexdûrin vê tê kirin û wiha got: "Hewl dan pergaleke kirêt û bêexlaqî ya weke hewldana meşrûbûnê peyda bike û ji zemîna ku bi polîtîkayên nîjadperest ên li wir afirandiye sûd werbigirin, bişopînin.”
'Em dikarin ji vê felaketê bi hev re derkevin'
Nuray Ozdogan, da zanîn ku sûcên îşkenceyê yên berfireh ên bi taybetî komeke an jî beşeke hedef digirin, berhema polîtîkaya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê ye û anî ziman ku li welêt di vî warî de hefizeyek heye. Nuray Ozdogan heri dawî wiha got: “Divê em ji aliyekê ve bihişyar bin. Li welatekî ku cihêkarî û nijadperestî lê belav bûye, bi êşeke ewqas mezin re dibe ku bibe sedemên trajîk. Armanc ew e ku hevgirtin û ji vê karesetê bi hev re derketine derxine pêş e. Di vê em hevgirtinê guherînin yekîtiyek siyasî û hem ji karesata erdhejê û hem jî ji bin vê xirbeyê siyasî bi hevra derbikevin. Banga me ji raya giştî re jî ev e.”