Nûran Sezgîn: Pergala hevserokatî nûnertiya wekhev e
Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Wargeha Mexmûrê Nûran Sezgîn, bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di hemû qadên jiyanê de û got: “Pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e û yên ku xwedî li vê pergalê derkevin û bi ser bixin jî, jin in.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-06-02-2025-mxm-nuce-pergala-hevserokati-3-jpg047f9c-image.jpg)
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Hevserokatî cara ewil di cîhanê de ji aliyê Partiya Keskan a Almanyayê ve di sala 1980’an de hatiye pêkanîn ku nûnertiya jinan ji sedî 50 bû. Di tevahiya dîrokê de ev model nehatiye pêkanîn. Pergala hevserokatiyê niha li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê û Tevgera Jinan tê meşandin.
Yek ji wan qadên ku ev pergala hevserokatiyê tê meşandin jî, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr e. Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Wargeha Mexmûrê Nûran Sezgîn, der barê mijarê de, ji ajansa me re axivî.
‘Pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e’
Nûran Sezgîn, di destpêka axaftina xwe de pênaseya pergala hevserokatiyê kir û wiha axivî: “Ger em pergala hevserokatiyê mîna modelek pênase bikin, nûnertiya wekhev e. Pergala hevserokatiyê ji bo pergala neteweya demokratîk, modernîteya demokratîk û xeweseriya demokratîk jiyanî bibe, roleke sereke dilîze. Di dîrokê de hinek qonax hene ku di aliyê fêmkirin û ferasetê de rolek lîstine. Rêber Apo ji pêvajoyê re dibêje qonaxa xwezayî. Jinan nêzî 6 hezar sal qonaxa xwezayî bi rê ve birine. Jinan di nava vê 6 hezar salî de di aliyê pêwendiyên civakî, jiyanî û pirsgirêkên heyî de tu pirsgirêk nejiyane û dema xwe bi çareseriya pirsgirêken heyî re derbas kirine.”
‘Piştî ku feraseta mêr derket holê pirsgirêk di nava civakê de çêbûn’
Nûran Sezgîn, diyar kir ku destkeftiyên 6 hezar salan ên jinan hatine desteserkirin û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de civakên di bin rêveberiyên jinan de di tu warî de pirsgirêkan nejiyane lê piştî ku feraseta mêr derket holê, wekheviya zayendan bû hedef û civak ber bi pirsgirêkên kûr ve çû. Feraseta mêr dixwaze jinan bê bandor bike û dest davêje rûxandina vê pergalê. Rêber Apo dibêje; ‘ger hûn bixwazin ev pergal di aliyê pergala neteweya demokratîk, modernîteya demokratîk û xweseriya demokratîk de bê rûniştandin, ji bo hilweşandina hişmendiya mêr xwe perwerde bikin û têbikoşin.’ Ango riya derketina ji dorpêça vê pergalê nîşan dide.”
‘Pergala hevserokatî li Mexmûrê yekem car li şaredariyê ket meriyetê’
Nûran Sezgîn, qala pêkanîna pergala hevserokatiyê ya gelê wargeha Mexmûrê kir û wiha domand: “Ji salên 1994’an, ango salên destpêka penaberiyê ve gelê Botanê heta Mexmûrê ne weke pergala hevserokatî lê nûnertiya wekhev hebû. Hevalek jin û xort bi hev re xebat dimeşandin. Lê pergala hevserokatî li wargeha Mexmûrê cara ewil di 25’ê Kanûna 2013’an ango 2014’an de li şaredariyê ket meriyetê. Di sala 2015’an de jî derbasî Meclîsa Gel bû. Berê li wargehê pergala meclîsê hebû, lê piştî 2016-2017’an pergala qadan hat avakirin û pergala hevberdevkiyê tê meşandin.”
‘Mêr piranî kar aydê xwe dibînin’
Nûran Sezgîn, destnîşan kir ku wek jin li wargehê care ewil di pergala hevserokatiyê de du heyeman cih girtiye û wiha got: “Ji bo pêkanîna pergalê, li şaredariyê destpêke hilbijartin hat kirin û civakê bi îradeya xwe dengê xwe bi kar anî û ev pergal ji aliyê civakê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Lê ev jî rastiyek e ku ji aliyê mêr ve nepejirandinek pergala hevserokatiyê heye, mirov vê rastiyê di nava kar de zêdetir dibîne. Mêr piranî kar aydê xwe dibînin û ev hişmendî rê nade ku jin bi pêş bikevin. Ger jin di pêşketina xwe de îsrar nekin nabe.”
‘Jin bi xwe bawer be dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze’
Nûran Sezgîn bal kişand ku jinan xwe perwerde kirine û li dijî pergala kapîtalîst bi rola xwe rabûnê û wiha pêde çû: “Ji bo li dijî hişmendiya mêr şerekî xurt bê kirin, pewîst e jin di aliyê fikir û dîrokê de xwe perwerde bikin. Mêr xwe demokrat û rewşenbîr dibînin lê di pratîkê de bi ziravî dest bigrî her tiştî di xwe de asê dikin û hûkmê xwe li ser jinê ava dikin. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêşxistina modela hevserokatiyê ku bi fikrên Rêber Apo hatiye avakirin, roleke mezin daye jinan.”
‘Di pergala ku Rêber Apo ava kiriye de şoreşa jinan roleke sereke dilîze’
Nûran Sezgîn da zanîn ku hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û artêşa jinan ji bo jinan şansekî herî mezin e û wiha got: “Di pergala ku Rêber Apo ava kir de şoreşa jinan roleke sereke dilîze. Bi taybetî niha li Rojavayê Kurdistanê ev pergal ji hemû civakên azadîxwaz re bûye bingehek, hêviyek û gerdûnî bûye. Ev pergal pêwîstiyek bû ku bi şoreşa jinan re zêdetir xwe bi rêxistin kir jin di meşandin û rêxistinkirina vê pergalê de bi îsrar in.”
‘Jin dikarin pir bi hêsanî bi pergala hevşaredarîtiyê xebatan bimeşînin’
Nûran Sezgîn anî ziman ku dema hilbajartinên şaredariyan de, eleqeyeke pir mezin ji aliyê gel ve çêbûye û axaftina xwe wiha domand: “Rêbertî bi taybetî ji bo Mexmûrê got, ‘Wargeh ji bo bibe model civakeke amade ye ku ger ev model di wargehê de bê rûniştandin dikare li her derê bê avakirin.’ Mînaka vê li wargehê sala 2014’an pêk hat ku civakê jî ev yek dît, jin di hevserokatiya şaredariyê de pir bi hêsanî dikarin xebatan bimeşînin. Ji ber vê yekê nezikatiya civakê jî ji bo jinan pir girîng e.”
‘Jin li dijî hişmendiya mêr têdikoşin’
Nûran Sezgîn, diyar kir ku jinên wargehê 11 sal in bi awayekî bi biryar cihê xwe di pergalê de digirin û wiha axaftina xwe domand: “Jin li dijî hişmendiya mêr a bi awayeki zirav dimeşîne têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Jin dema bi vîna xwe tevlî xebatên hevserokatiyê dibin, ev di aliyê civakê de jî kêfxweşiyek ava dike. Ev yek bi baweriya jinan ve girêdayî ye. Vê baweriyê jî Rêber Apo, rêxistin û tevgera jinan daye me. Heza herî bingehin jî ew e ku Rêbertiyeke me, artêşeke me, partiyeke me heye ku azadiya jinan azadiya civakê, azadiya civakê jî azadiya neteweyan dibîne û pênase dike.”
‘Yên ku xwedî li vê pergalê derkevin û bi ser bixin jin in’
Nûran Sezgîn, bal kişand ser fedayîtiya jinên pêşeng û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger pêşengên jin, di dilê dijminê dagirker de çalakiyên fedayî yên ewqasî hêja û pîroz kiribin, em jî dikarin li dijî hişmendiya mêr têbikoşin. Yên ku xwedî li vê pergalê derkevin û bi ser bixin jin in. Çawa em dibêjin wê jin û ciwan vê pergala kapîtalîst hilweşînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin, em bawer in ku hêza jinan heye xwedî li pergala hevserokatiyê jî derkevin. Divê em vê yekê bi tevahî heza xwe bidin avakirin.”