Nur Pektaş: Rojava bi keda jinan hat avakirin dive em xwedî lê derkevin

Endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Senem Nur Pektaş got: “Li dijî şerên dagirkeriyê pêdiviya me bi xeteke ku ji bo têkoşîna azadiyê bang li jinan dike heye. Rojava, bi ked û xwîna jinan hat avakirin divê em xwedî li derbikevin.”

AXÎN BAHAR

Stenbol – Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku dewleta Tirk pişgirî didê û komên din ên çeteyan 27’ê Mijdarê ketin Helebê. Çeteyan li ser xwevekişandina artêşa Sûriyeyê, Hamayê, Humusê û di sibeha 8’ê Kanûnê de jî paytexta Şamê girtin dest.

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, êrişên li dijî Minbicê yê girêdayî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomînin.

Endama giştî ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Senem Nur Pektaş, li ser bûyerên li Sûriyeyê nirxandin kir.

‘Dixwazin jiyana demokratîk tune bikin’

Nur Pektaş bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrişan de û diyar kir ku Tirkiye ji bo herêma xwe berfireh bike û planên xwe bixe dewrê, ketiye tevgerê. Nur Pektaş wiha domand: “Bi vê armancê destek didin çeteyên cîhadîst. Bi wan re ne. Bi riya wan çeteyan ji bo ku li Sûriyeyê bibe aktorê sereke, di warê bejahî de xwe bi cih bike, dixwaze ji hundir ve ji bo tasfiyekirina Rojava êriş bike. Hewl didin jiyana şoreşger, gelparêz û demokratîka li Rojava tune bike lewre hebûna Rojava ji bo Bakur bi xeter dibîne.”  

‘Tirkiye hewl dide ji bo hemleyên xwe yên dagirkirinê ‘razîbûnê’ çêbike’

Nur Pektaş got ku di êrişên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê e Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan û wiha domand: “Dewleta Tirk ji pêvajoya Astanayê ve bûye garantorê HTŞ-OSO’yê. Li herêmê bi piştevaniyê ji wan re, dixwaze bibe xwedî gotin û vê hevkariyê her roja diçe zêdetir dike. Bi mijara Helebê re bêguman dewleta Tirk tenê hemleyên leşkerî û dîplomatîk nake. Li Tirkiyeyê di navbera gelên kedkar ên Tirkiyeyê de netewperestî û dijminahiya Kurdan jî zêdetir dike. Ji bo hemû hemleyên ji bo dagirkirina herêmê, hewl dide ‘razîbûnê’ çêbike. Pêvajoya li Tirkiye û Bakur a çêbûye û navê ‘asayîbûnê’ lê kirine, di esasê xwe de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e, vê yekê bi êrişên li Sûriyeyê re bi hev re dimeşîne. Ji aliyekî ve di bin navê aştiyê de ji Kurdan re dibêje ‘tasfiye bibin’ dema ku Kurd vê yekê napejirînin jî qeyûman davêje ser şaredariya.”

Nur Pektaş diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe bi çeteyan re hevkariyê dike û dîtina HTŞ’ê weke hêzeke muxalif rexne kir.

 ‘Hewl didin bidin jibîrkirin ku HTŞ bermahiya DAIŞ’ê ye’

Nur Pektaş, axaftina xwe wiha domand: “Rêxistinên weke HTŞ, El-Qaîde û DAIŞ’ê tecawizkar û qetliamker in. Di salên derbasbûyî de li dijî van çeteyên cîhadîst, hem li herêmê, hem jî li qada navneteweyî, têkoşîneke berfireh het meşandin. Ji ber vê yekê niha bi ambalajeke nû ya li HTŞ’ê pêçane hewl didin bidin jibîrkirin ku bermahiyek DAIŞ’ê ye. Rola medyayê di vê mijarê de mezin e. Ji hêrsa li dijî rejîma Esad a despotîk û qetliamker, sûdê digrin, hewl didin HTŞ’ê ‘muxalifê pergalê’ nîşan bidin. Ji ber ku bîra berxwedana li dijî cîhadîstan pir zindî ye, naxwazin careke din gelên Sûriyeyê bigrin dijberî xwe.”  

‘Şoreşa Rojava mînaka encamên têkoşîna hevgirtî ya şoreşger e’ 

Nur Pektaş diyar kir ku bi êrişan Şoreşa Rojava hatiye hedefgirtin û bal kişand ser girîngiya şoreşê ya ji bo gelên li herêmê dijîn û gelên cîhanê. Nur Pektaş wiha got: “Şoreşa Rojava mînakeke ku têkoşîna hevgirtî ya gelan û encamên wê nîşan dide ye. Şoreşa Rojava bi vî aliyê xwe, ji mirovahiyê re bûye hêvî, ji emperyalîstan re jî bûye xeter. Li Sûriyeya ku hevsengî xirab dibin, di her mercî de dibe ku gel bibin hedef, Rojava hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê dixwazin tune bikin.”

Li dijî jinan sûcên şer

Nur Pektaş diyar kir ku di êrişan de sûcên mezin li dijî jinên şervan hatine kirin û bêdengiya li dijî van sûcan rexne kir.

Nur Pektaş nirxandinên xwe bi van gotinan domand: “Îro emperyalîzma Rojava, bi xwe piştgiriyê dide vê êrişa HTŞ’ê. Bi dewleta Tirk re li ser pişgiriya ji wan re di nava hevkariyeke dîrokî de ne. Kesên ku van sûcên şer dikin weke ‘muxalif’ tên nasandin. Ser êrişên li dijî jinan jî hewl didin bigrin. Ji bo ku meşrûyeta wan zirarê nebîne di çapemeniyê de van parve nakin, nahêlin werin parvekirin. Yek ji sedema vê bêdengiyê, ev e. Di tabloya îro de yan nayê zanîn ku HTŞ jinan hedef digre yan jî ji ber berjewendiyên taybet ji nedîtî ve tê dîtin.”

Girîngiya têkoşînaS hevgirtî

Nur Pektaş, diyar kir ku şerê dagirkeriyê yê li Sûriyeyê tenê bi hevgirtina gelan dikare bi dawî bibe û wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan, li dijî rejîmên dagirker e di heman demê de. Ji bo li dijî rejîmên dagirker refên civakî ava bike xwedî bandoreke mezin e û dikare ji hundir ve li rejîmên dagirker bide. Ji ber wê qadeke taybet e. Mînaka vê ya herî nêz me di serhildana gel a ji bo Jîna Emînî hat destpêkirin de dît. Têkoşîna azadiya jinan, li djî rejîmên dagirker, weke dînamîtê ye. Xeta azadîxwaziya jinan, me di şerê navxweyî yê Sûriyeyê û avakirina Şoreşa Rojava de dît. Ji ber vê peywirên girîng dikevin ser rêxistinên jinan.”

Nûr Pektaş bal kişand ku divê rêxistinên jinan demildest bikevin tevgerê piştgiriyê bidin hev û wiha got: “Li dijî şerên dagirkeriyê, pêdiviya me bi xeteke ku balê dikşîne ser şoreşa jinan, bang li girseyên jinan dike ku li dijî şerê dagirkeriyê têbikoşin heye. Rojava bi ked û xwîna jinan hat avakirin. Loma divê bi taybetî jin xwedî li Rojava derbikevin. Li dijî êrişên Tirkiye, HTŞ-OSO’yê divê em têkoşînê mezin bikin. Divê em têkoşînê mezin bikin, girîngiya têkoşîna hevgirtî bidin zanîn.”

‘Divê têkoşîna hevpar a jinên Tirk-Kurd bikeve rojevê’

Nur Pektaş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna bi hev re ya jinên Tirk û Kurd bikeve rojevê, li dijî netewperestiya ku bi şerê dagirkeriyê zêde bûye, bibe mijara sereke û bikeve rojevê. Ez ji vê derê bang li hemû jinan dikim ku Şoreşa Rojava biparêzin, bi zanîn û ruhê ku hatiye afirandin, li dijî şerên dagirkeriyê bikevin tevgerê.”