Nûnerên partiyan ên Dêrsimê: Qeyûm pirsgirêka gelê Tirkiyeyê ye

Nûnerên partiyên siyasî bi bîr xistin ku bi hevkariya tifaqa Azadî û Kedê şaredariya Dêrsimê hatiye qezenckirin, dan zanîn ku qeyûm ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, pirsgirêk e û divê têkoşîna hevpar were kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- Pêkhateyên siyasî yên bajar, qeyûmê ku li şaredariya Dêrsimê hatiye tayînkirin nirxandin û anîn ziman ku şaredariya bi hevkariya tifaqa Azadî û Kedê hat girtin, qeyûmê hatiye tayînkirin li dijî hevkariya tifaqê ye.

Nûnerên partiyên siyasî di vê demê de li dijî xesba îradeyê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar, li dijî xesba îradeyê ne tenê li Kurdistanê divê li her derê Tirkiyeyê gel helwesta xwe bîne ziman. Jinan destnîşan kirin ku wê qeyûm ji Dêrsimê careke din bişînin û gotin: “Pêkanînên OHAL’ê ne tenê li Kurdistanê, belavî her derê Tirkiyeyê bûye.”

Endama Meclisa Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sîbel Uzun, anî ziman ku li Dêrsimê hem tifaqa çep hem jî sosyalîst hatiye hedefgirtin. Sîbel Uzun da zanîn ku tayînkirina qeyûman û xespa maf ku bi Colemêrgê dest pê kir, li Dêrsimê xwe didomîne, destnîşan kir ku li dijî tayînkirina qeyûm berxwedan didome û encamên gelek giring bi destxistine.

 ‘Siyaseta qeyûm hem îrade û hem jî hevgirtinê dike hedef’

Sîbel Uzun bal kişand ku bi qeyûmên hatine tayînkirin rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din derketiye holê, di pêvajoya dawî de axaftinên diyalogê yên hatine kirin, li gel tayînkirina qeyûman di nava gel de tu samîmiyeteke nehatiye avakirin. Sîbel Uzun der barê pêvajoyê de ev nirxandin kir û wiha got: “Li gel daxuyaniyên Bahçelî, yên ku neçar ma der barê siyaseta  gelê Kurd û tevgerên Kurd de tiştekî bibêjin. Li aliyê din behsa diyalog tê kirin, li aliyekî din jî di destên wan de weke ku bivirek bi kar bînin berê xwe dane hevşaredarên ku gelê Kurd wan hilbijartine. Bi vî awayî dixwazin berê xwe bidin siyaseta kesên tên perçiqandin û keda wan tê xwarin li gel hev bin. Em jî weke yekîneyên tifaqa Azadî û Kedê dibêjin heta dawiyê li hemberî  vê siyaseta qeyum rawestin û têbikoşin. Ji bo vê em hatine Dêrsimê.”

‘Pêkanînên antîdemokratik belavî hemû welat bûye’

Sîbel Uzun da zanîn ku qeyûm ne tenê li gelê Kurd, tayînî îradeya gelên Tirkiyeyê bûye, polîtîkayên qeyûm bi şaredariyên CHP’ê didomin û divê gel bi hev re li dijî pêkanînên antîdemokratîk dengê xwe derbixin û wiha domand: “Li Meclisê ‘serwerî bê şer a gele’ tê nivîsîn. Bi hilbijartinê tên dibêjin em gel îfade dikin lê belê berovajî li cihê siyasetmedarên ku ji sedî 70 dengî hatin hilbijartin qeyûm tayîn dikin. Vê jî bi riya bêhiqûqî û tundiyê dikin. Li hemberî vê divê em hemû li ber xwe bidin. Di encamê de berê xwe bidin Pulûra ku ya şaredariya CHP’ê ye. Em rûbirûyî pêvajoya antîdemokratîk a belavî hemû Tirkiyeyê bûne ne. Em ê her dem xwedî li îradeya gel û aştiyê derbikevin. Li dijî şerê ku sermayeyê ava kiriye û polîtîkayên zextê weke sosyalîst em bi hev re bang li Rojava dikin û li dijî vê bêhiqûqiyê em dengê xwe derbixin. Em neçar in azadî û demokrasiye bibin hemû welat. Li holê makezagon heye û bi vê makezagonê hilbijartinan dikin. Em ê jî ji bo ev îrade were parastin û yên ku hatin hilbijartin mafê xwe bigrin her dem bi gel re bin.”

‘Em ê careke din qeyûman bi tifaqê bişînin’

Parlamentera Dîlokê ya EMEP’ê Sevda Karaca bal kişand ser hevkariya hevpar û têkoşîna bi hev re û siyaseta qeyûm nirxand û diyar kir ku pêkanîna qayûmên hatin tayînkirin, ji têkoşîna kedê ya karker didin û têkoşîna jinan a jiyanê ne cuda ye. Sevda Karaca anî ziman ku qeyûm pirsgirêka hemû beşên ku li welat têkoşîna maf didin e û wiha got: “Hûn dizanin Dêrsim yek ji bajarên ku bi tifaqa me û gel şaredarî ji destên qeyûm hatiye girtin e. Tevî qirkirina dewletê û hemû zextên ku li vê derê tên pêkanîn gel hem xwedî li şaredariya xwe hem jî xwedî li îradeya xwe derket, li vê derê rêveberiya xwecihî bi dest xist. Lê belê weke bajarên din, li Dêrsimê jî îradeya gel hat xespkirin. Her roja sêşemê ji kursiyên meclisê bang li gel dikin, yên ku dibêjin çareseriya pirsgirêka Kurd li gel wan e, li vê derê çareseriya pirsgirêka Kurd, Kurdan çareser bike, li gel Kurdan hêzên çep û sosyalîst ên li gel Kurdan tifaq kirine çareser bikin, bi vê polîtîkayên qeyûm ku çeperek navxweyî ava kiriye îlan kirin. Lê me çawa Dêrsimê bi tifaqa xwe qezenc kiriye, careke din li dijî qeyûmên hatin tayînkirin bi tifaqa xwe weke hêzek mezin ji bo destkeftiyên gel ji gel re bimîne em ê têkoşînê bidomînin.”

Polîtîkayên OHAL li her derê welat tên pêkanîn’

Sevda Karaca wiha got: “Ji sala 2017’an heta niha, ev welat bi awayekî fiîlî hema bibêje bi OHAL’ê tê birêvebirin. Ên ku dibêjin ev şertên OHAL’ê ji holê rakirine, her dem îdiaya wesayetê rakirine, li gel tifaqên biçûk ên AKP’ê ku dibêjin demokratîkbûn anîne welat, ji bo destkeftiyên gelê Kurd ji dest bigrin serî li hemû rêbazên derhiqûqî didin. Hewaya demokrasiyê îro li Kurdistanê ne tenê planek li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e. Li gel vê li dijî hemû destkeftiyên kedkarên ku li her cihê welat, bi pêkanîna OHAL’ek mezin re polîtayên xesbê temaşe dikin.  Bê mafiya ku li dijî gelê meye ku bertek nîşanî qeyûm dayîn hatî pêkanîn, me di çalekiyên li rojavayê welat jî dît.

 Îro gelê Kurd ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, dema dadikeve qadan ji aliyê polîsan ve muameleya ku dîtiye di heman demê de di 25’ê Mijdarê de jinên ku ji bi maf û jiyana xwe daketin qadan mumaelay ku nîşan wan dane heman bû. Ev OHAL’a fiîlî li bajarên Kurdan her dem bi pêkanîna darbeyê re li her derê welat tê bikaranîn. Bi vê polîtîkayê hemû kesên li welat dixwazin bêdeng bikin. Ji ber vê yekê li Dêrsim, Êlih, Mêrdin li ku derê xespa maf çêbibe, em ê li wê derê bin. Ev qeyûm îro pirsgirêka karkerên ku ji bo keda xwe têdikoşin e. Ji bo îro em vê hêzê derbixin holê divê em li gel hev bin.”