Zuleyha Gulum pirsa zarokên di destên cemaeta Menzîlê de kir

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum têkildarî zarokên mexdûrên erdhejê ku tê diyarkirin di destên Cemaeta Menzîlê de ne pêşnûmepirs pêşkêş kir.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, zarokên mexdûrên erdhejê yên li navçeya Menzîla Semsûrê ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik pirsî.

Zuleyha Gulum bal kişand ku li gorî îdiayan zarokên piştî erdheja Mereşê xizmên xwe winda kirine radestî komele û weqfên ku bi cemaet û weqfên cuda ve girêdayî ne hatine kirine, di pêşnûnmeya pirsê de wiha got:

“Wêneyên gundê Menzîlê yê navçeya Kahta ya Semsûrê û daxuyaniyên cemaeta Menzîlê, îdiayan piştrast dikin. Li Kahtayê li gundên ku cemaeta Menzîlê lê serwer e, hezar avahiyên ku ji 41 blokan pêk tên bi navê Xaniyên Buhara hatin çêkirin. Cemaeta Menzîlê ragihand ku bi tevahî 3 hezar û 850 mexdûrên erdhejê yên mezin û hezar û 100 zarok di van avahiyên li gund de mêvan in."

‘Çend zarokên keç hene?’

Zuleyha Gulum bal kişand ku wezaretê daxuyaniya;"Zarokek me tune ye ku em bidin cemaetan Menzîl û li cihek din, mirov dikarin zaroken xwe li ku derê bixwazin bi cih bikin, rewşa me ya ku em li dijî derbikevin nîn e” daye û ev pirsan pirs kirin:

“*Li Semsûrê di destên cemaeta Menzîlê de çend zarok hene? Çend ji van zarokan bêrefaqat in?

*Ji ber ku malbatên zarokên xizmên xwe winda kirine najîn gelo îdiaya ku zarok bi destûra malbatan hatine dayîn çiqas rast e? Li ser kîjan bingeha qanûnî ev zarok dane cemaetan?

*Di terîqeta Menzîlê de çend zarokên keç hene? Gelo derfeta van zarokan a perwerdeyê pekan e?

*Gelo her çiqas bi agahiya malbat û xizman be jî ne erka Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye ku pêşî li her cure destdirêjiya li ser zarokan a mezheb û civatan bigrin? Wezareta we berpirsyariya xwe ya ji bo zarokan dewrî cemaetan kir?

*Di komele û weqfên di nava cemaetan de çend zarokên mexdûrên erdhejê hene