NUJ’ê ji bo lêpirsîna rojnamegerên hatin qetilkirin banga lezgîn kir

Yekîtiya Rojnamegerên Navneteweyî (NUJ) qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kir û banga lêpirsîna lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Rojnamegerên Navneteweyî (NUJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Ji bo lêpirsînê bang hat kirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew piştgirî didin daxuyaniya Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) ya der barê rojnamegeran de, bang li rayedarên Tirkiye û Iraqê hat kirin ku demildest lêpirsînê bidin destpêkirin da ku berpirsyar bên dîtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîş ne ya yekem e û di der barê mijarê de daxuyaniya Sekreterê Giştî yê IFJ'ê Anthony Bellanger jî heye.

 'Divê berpirsyar hesab bidin'

 Sekreterê Giştî yê IFJ Anthony got:

“Ev bûyer metirsiyên giran ên li hember rojnamegerên ku li herêmên pevçûnan dixebitin nîşan dide. IFJ teqezî li ser tedbîrên lezgîn dike da ku ewlehiya rojnamevanan misoger bike û berpirsiyarên van tawanan hesab bide. Hêvîdar e ku ev bûyera trajîk hişyariya navneteweyî li ser metirsiyên li pêşiya rojnamegeran bilind bike û bibe sedema hewldan ji bo peydakirina parastina pêwîst."

Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 8’ê Tîrmehê de li herêma Şengalê jî tîma medyayî ya Çira TV di encama êrîşeke balafirên bêmirov de hate topbarankirin. Di heman êrîşê de rojnameger Murad Mîrza Îbrahîm jiyana xwe ji dest da, rojnameger Mediya Hisên jî birîndar bû. Hate diyarkirin ku Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya girêdayî NUJ û IFJ’ê bang li rayedaran kir ku têkildarî qetilkirina rojnamegerên jin lêkolîneke berfireh bê kirin.