‘Nûçeyên derew yek ji awayên gurkirina şerê psîkolojîk e’

Jinên Xezayê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bi gelek komkujî û zehmetiyan re rûbirû mane û li dijî êrîşên dewleta Îsraîlê li ber xwe didin, ji ber nûçeyên derew û gotegotan zêdetir zehmetiyan dikşînin.

Xeza- Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Xezayê bênavber didomin. Heya niha bi dehhezaran Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran jî birîndar bûne. Her wiha di bin xirbeyan de û li kêleka riyan bi sedan cenaze hene ku artêşa Îsraîlê rê nade cenaze werin rakirin. Li kêleka zehmetiyên şêniyên Xezayê gelek gotegot û nûçeyên derew der barê rewşa mirovî ya sivîlên li Xezayê de derdikevin. Ji roja ku şer li Xezayê di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hemasê de derketiye ve heta niha rojane gelek nûçeyên derew li ser torên medyaya dîjîtal û ragihandinê derdikevin.

‘Pêwîstî  bi xurtkirina ruhê manewî heye’

Çalakvana jin Werde El-Dirêmlî der barê nûçeyên derev û gotegotên ên ku bandorê li ser jiyana gelê Xezayê dike got: "Gelek tevlihevî di şeran de derdikevin bi taybetî di dema dayîna nûçeyan û agahiyên bi riya dezgehên çapemeniyê yan medyaya dîjîtal. Gotegot dikarin jinan têk bibin yan jî kesan mehrûmî xizmetan bikin her wiha gotegot civakan ji hev dixin. Ev hemû di demeke wisa de ne ku pêwîstiya bajarê dorpêçkirî bi xurtkirina ruhê manewî heye. Hinek kes hene agahiyan ji dezgehên ragihandina Îsraîlê digrin ku ew dezgeh bi xwe agahiyeke şaş di nava gelek agahiyên rast de belav dikin. Ji bo ku kesên xwîner ji wan nûçeyên derew bawer bikin û jê teqez nebin. Îsraîl hewl dide di nav nûçeyên xwe de hejmara rast a kuştiyên xwe veşêre, ji bo ku hevgirtina eniya xwe ya hundir biparêze."

‘Hinek gotegot hene divê neyên belavkirin’

Werde El-Dirêmlî, di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotegotên gihîştina alîkariyan ji jinên li kampên koçberiyê re û peydakirina pêwîstiyên wan ên taybet, li hemû herêmên başûrê Xezayê û wiha gotinên xwe domand: “Dema têkilî bi jinên li wan deveran re hat danîn, rewşa ku derket berovajî tişta tê gotin bû. Hinek gotegot hene divê neyên belavkirin heta werin teqezkirin mîna hejmara kuştiyan, cihên avahiyên ku rojane tên bombebarankirin, êrîşên bejahî û herêmên ku hêzên Îsraîlê lê bi cih dibin. Her wiha koçberiya malbatan û mezinkirina hejmara wan. Mirov dikare xwe bispêre agahiyên Wezareta Tenduristiyê û buroya ragihandinê ya hikûmetê. Her wiha navenda Filistînê ya mafên mirovan û hinek saziyên ku raporan amade dikin û li gorî şahidan.”

‘Divê girîngî bidin nûçeyên agirbest û aştiyê’

Werde El-Dirêmlî di dawî de got ku divê her kes girîngî bide nûçeyên têkildarî agirbestê, aştî  û veguhestina esîran. Werde El-Dirêmlî  wiha pê de çû: “Di heman demê de divê em nûçeyên gihîştina xwarinê ji bo Xezayê, bidawîbûna birçîbûnê, rawestandina êrîşan û operasyona leşkerî li Refahê, teqînên cihên tenduristî, gihîştina kamyonên dermanan û hiştina gihandina xizmetên tenduristiyê bidin, j her kesê bê ferq û cudahî esas bigrin. Bi qasî em dikarin gotegot û nûçeyên şaş kontrol bikin ewqas em ê bikaribin rewşa derûnî ya civakê di vê dema zehmet de biparêzin bi taybetî ya jin û zarokan û em ê bikaribin agahiyên rast bigihîjînin civaka navneteweyî û cîhanê."