Nûçegihana ajansa me ya Xezayê birîndar bû

Nûçegihana ajansa me Nagham Karajeh di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî mala wê de birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê berdewam dike. Nûçegihana ajansa me Nagham Karajeh di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezayê de birîndar bû.

Nûçegihana me heta vê kêliyê ji ber gef û êrişên li ser nexweşxaneyan nekariye birîna xwe derman bike û diyar kir ku cenaze li kolanan û li ber nexweşxaneyan mane. Nûçegihana me Nagham Karajeh a bi xwe birînên xwe pêçandiye bi hêvî ye ku tavilê şer bi dawî bibe. Nûçegihana me ya ji serê xwe û lingê xwe yê rastê birîndar bû ragihand ku li taxa ku lê dijî 10 mal hilweşiyane.

Ji ber  qutbûna înternet û kehrebê, nûçegihana me di danûstandin û gihandina hûrgiliyên êrîşên berdewam ên li ser Zîvala Xezayê de rastî astengiyan tê.