Nobeta Mexmûrê bi dewirgirtina koma 67’emîn didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 67’emîn û bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 65'emîn bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 66’emîn Sebri Tunç axivî.

‘Em deyndarê Rêber Apo’

Sebri Tunç, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahî mirovahî tê tecrîd kirin û wiha got: “Wek tê zanîn gelê Kurd bi salane li dijî dijmina hov û qirêj berxwedanek mezin didin. Tevahî gelê me şahidiya vê dijminatiya rejîma AKP-MHP’ê dike. Rejima dewleta Tirk tu mafê gelê Kurd nasnake. Dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de tevahî gelê Kurd tecrîd dike. Bila tevahî gel li dijî van êrîşan derbikeve û li ber xwe bide. Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî hemû êrîşan têdikoşe. Serok Apo giştî jiyana xwe daye jiyanek demokratîk û azadixwaziyê. Em wek gelê Kurd deyndarê Rêber Apo ne.”

Sebri Tunç, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd û gelê cîhanê kir ku li dijî qirkirina xweza, çand, ziman û nasnameya gelê Kurd rabin ser lingan û da zanîn ku ew ê wek gelê Kurd heta dawiyê berxwedana xwe mezin bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ,'Bijî Berxwedana Gelê Kurd' û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.