Nobeta Edaletê ya Parlementerên HDP’ê di roja 20’an deye

Nobeta Edaletê ya Parlementerên HDP’ê di roja 20’an de berdewam dike û bi gotina ‘Deriyê Îmralî vekin’ bang li wezareta Edaletê kirin.

Enqere – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û tecrîda girankirî rabe dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 20’an de berdewam dike. Çalakiya îro parlamenter Dilan Dirayet Taşdemir, Kemal Bülbül, Ömer Öcalan, Zeynel Özen, Züleyha Gülüm, Kemal Peköz û Rıdvan Turan, dewr girtin û dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” bilind kirin û li ber deriyê Meclisê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser tecrîda girankirî ya ku ev 24 sale li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha hate gotin: “Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de li edliya Riha hevditinek kurt ya telefonê çêbû. Hevditîna rû bi rû ev 3 sale nayê kirin. Ger hiqûq, yasa, qanun hebe û ev dewlete, dewletek ya hiqûqê be, çima qanûn ji bo birêz Ocalan nayê Pêkanîn?  Desthilatdariya faşîst, ji sala 2015'an û vir ve hemû qanûn li dijî Kurdan, li dijî Birêz Ocalan, li dijî siyaseta demokratîk ji holê rakiriye.”

‘Bi diyalogê Pirsgirêk dikare were çareserkirin’

Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku polîtakayên tecrîda girankirî bandor li ser hemû qadên jiyanê kiriye, ji aboriyê heta siyasetê li hemû qadê ji ber tecrîdê nederketinekê jiyan dike û wiha domkir: “Yekane plan û soza AKP-MHP'ê ev e. Hewl dide bi êrîşên li ser civakê siyasetê bimeşîne. Em bi rengekî eşkere dibêjin, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên li Tirkiyeyê tenê bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bêne çareserkirin, bi diyalogê dikarin bêne çareserkirin. Lê belê AKP'ê rêya xwe şaş kir, di rêyeke şaş de diçe. Divê haya gelê me ji vê yekê hebe. Emê hesabê êrîşên li dijî gelê me û zextên li dijî girtiyan di girtîgehan de bi pirsin. Li vî welatî qanûn nîne, hiqûq di bin lingan deye, kadroyên AKP-MHP di her qadê de zilmê li ser vî gelî pêktîne û vêya li ser tevayî civaka Tirkiye pêktîne.”

‘AKP tenê siyaseta şer di meşîne’

Di daxuyanîde bi bîrxistin ku yek ji berpirsên tecrîdê wezîrê edaletê Bekir Bozdağ e û wiha hat gotin: “ Wezareta edaletê, ne ji bo edaletê ye, tu eleqeya wezrî bi edaletê re nîne. Ev wezaret wezareta bê edaletiyê ye, Bekir Bozdağ jî wezîrê bê edaletiyê ye. Ev pêkanîn di kijan welatî de heye? Li her qadan êrîşek li ser îradeya gelan heye. AKP tenê siyaseta şer dimeşîne, li kêleka vê pilanên êrîşa li ser Rojava, li aliyê din li Başûrê Kurdistaê şer kûr dibe, li vêderê jî ji ber êrîşên li dijî HDP’ê dixwaze siyaseta demoqratîk tasfiye bike.”

‘Emê têkoşînê bikin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser malbatên girtiyan mafê hevditina parêzeran bi yasayan were pêkanîn û divê ev maf hemû girtî jê sûdê bigrin û di daxuyaniyê de hat xwestin ku deriyê Îmralî û yê girtiyan werin vekirin û wiha hat gotin: “Divê parêzer karibin hevdîtinê bikin. Ji bo jiholêrakirina krîzan, divê hevdîtin bêne kirin. Ji bo bikaranîna vî mafê xwe yê qanûnî, em ê heta dawiyê ji bo avakirina demokrasiyê têbikoşin."