Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 791’an de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 791’an de Nobeta Edaletê didomîne vê pêyamê da: “Ger edalet Muzluman neparêze, ew ne edalet e îşkence ye.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 791’an de bi biryardarî berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di saetên siharê de hatin ber derê edliya Riha û panqarta ‘Ji bi malbata Şenyaşar Edalet’ daliqandin û dest bi çalakiya nobeta xwe kirin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya dijital peyama “Ger edalet Muzluman neparêze, ew ne edalet e îşkence ye. Nobeta me ya Edaletê di roja 791’an de ye” parve kir.