Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de ye
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de dom dike. Malbatê ev peyam parve kir: “Ji bo edaletê, em daxwaza rêveberiyeke adilane dikin.”
Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû berdewam dike.
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin, di roja 737’an de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û dest bi nobetê kir.
Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijital ev parvekirin kir: “Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin. Ji bo jiyanê edaletê, ji bo edaletê jî em daxwaza rêveberiyeke adilane dixwazin. Em êdî bêzar bûn!”