Nobeta “edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 170’an de dewam dike

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta “edaletê” di roja 170’an de li ber Eliyeya Rihayê didomînin.

Riha - Nobeda “edaletê” ya Emîne Şenyaşar, ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 170’an de didome.
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li cihê weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kir, wiha axivî: “Tekoşîna me ya edaletê, di roja 170’emîn de, dibin zilmê de dewam dike. Em duh ketin avahiya edliyê, 10 saetan em dan rawestandin, me xwest em 10 deqan bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê ev daxwaza bi cih nehat. Kengê parêzerên me, yan jî serokê baroyê bixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin, hinceta dozger amade ye. Her tim dibêjin ‘karê dozger heye, civîna dozger heye, karê wî pir heye.’ Li vê derê sûceke mirovahiyê heye. 3 mirov hatin qetilkirin. Derbarê vê yekê de, 10 deqeyên xwe ji bo me na veqetîne û hevdîtinê bi me re nake. Dozger bi vî awayî dibe hevkarê sûc.” 
Ferît Şenyaşar, bi bîr xist ku Wekîla AKP'ê ya Mêrsînê Zeynep Gul Yilmaz ji ber ku heqaret li polîsekî kir, bertek li dijî wê çêbûn û wiha got: “Lê parlamenterekê AKP’î, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji heman malbatê 3 kes qetil kirin, ev 3 salin doz jî, nehatiye vekirin. Zilmek heye, divê hemû Tirkiye xwedî vê dozê derkevin. Kesên ku sûcên mirovahiyê kirin, wê cezayên xwe bikêşin. Em vê zilmê qebûl nakin. Vê zilmê demildest bi dawî bikin.”